Jinan banga têkoşînê kirin 2017-10-06 09:10:49   STENBOL - Pêşnûmeya zagona ku rayeya birîna mehrê dida miftiyan, ji ber bertekên jinan ket komîsyona binî.  Jinan diyar kir ku ji bo pêşnûme bi tevahî şûnde bê kişandin wê têkoşîna xwe bidomînin.   Pêşnûmeya zagona ku rayeya birîna mehrê dida miftiyan  di encama hevdîtinên li Komîsyona Karê Hundir de, şandin komîsyona binî. Tê payîn ku pêşnûmeya zagonê dê roja sêşemê dîsa pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsê bê kirin.   Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîrê  diyar kir ku  pêşnûme hewl dide ku qezencên jinan şûnde bikişîne û got hewl didin ku jinan di malê de bigirin. Dîlanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku sala borî li dijî Komîsyoan Pêşîgirtina Destberdanan a bi armanca parastina malbatê hatibûn avakirin, jinan berxwedanek mezin nîşan daye û wiha got: "Ev lîstikên rejîma nû ne.  Li ser têkoşîna jinê jinan hepsî malê dikin û hewl didin ku civakbûyinek nû ava bikin. Şûna pirsgirêkên jinan bên çareserkirin û îstîhdama jinan bê zêdekirin , qezencên wan ji destên wan tên girtin û qadên jiyana wan tên xespkirin.  Dayîna rayeyê ya ji bo miftiyan jî provayek vê siyasetê ye."   'Qanûn jinan heps dike'   Dîlanê diyar kir ku di rewşa pêşnûme bê derbaskirin de wê bandorek mezin li ser jiyana jinan bibe û ev tişt vegot: "Dê mekanîzmayeke vê yekê qeyd bike tunebe. Zewacên zarokan bi giştî di dema welîdînê de derdikevin holê.  Qe nebe dema serî li nexweşxaneyan dida ev dihat rojevê.  Lê dê ev qanûn pêşî li vê yeke bigire."   'Têkoşîn berdewam dike'   Dîlanê di dawiya axaftina xwe de got wê li dijî pêşnûmeyê heta dawiyê têbikoşin û got ew wek Meclîsa Jinan a HDP'ê û Koma Jinan a HDP'ê wê li cem tevgera jinan cih bigirin.   'Em qebûl nakin'   Seroka Giştî ya Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' Gulsum  Kavê got:"Peywir a hemû jinên meclîsê ye ku vê pêşnûmeyê şûnde bikişînin û divê bertekên jinan ên li dijî pêşnûmeyê  baldar bên girtin."  Gulsumê wiha berdewam kir: "Qanûna ji bo zarokan çawa şûnde vegerandin divê vê jî şûnde bikişînin. Em vê yekê qebûl nakin. Çi pêwist be wê jin bike. Em jin xwe amade dikin ku bertekên mezin nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî wê jin ji vê pêşnûmeyê re nebêjin erê. Em ê vê qanûnê şûnde bikişînin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî vê yekê têbikoşin."