Dayika Gulê : Li dadgehên Tirkiyeyê aşitî tê darizandin 2017-10-06 10:02:19   MÛŞ-Gule Erdogan ya 2 zarok û hevserê wê girtî, polîtîkayên dewletê yên girtinê rexne kir û diyar kir ku ji ber 2 zarok û hevserê wê girtî ne nikare biçe hevdîtinan. Gulê, anî ziman ku dewlet bi girtin û sirgûnan dixwaze malbatan perçe bike û ji têkoşînê dûr bixe. Gulê, destnîşan kir ku kurd tu carî serî natewînin.    Li Kurdîstanê bi hezaran girtîgeh bi sîyasetmenderên kurd ve tijî bûne. Zext û êrîşên li ser girtiyan jî bênavber didomin. Bêgûman li Kurdîstanê ji her malbetak girtiyek heye. Hikûmeta AKP bi polîtikayên sîrgûnkirinan dixwaze malbatan bêzar bike.  Li navçeya Melezgîrtê dayika bi navê Gûlê Erdogan jî yek ji van malbata ne.Li gel  Hevjînê Gulê 2 zarokên wê  di girtîgehên cûda de tên girtin. Keç û hevserê Gulê di girtîgeha Mûşê de tên girtin kurê Gulê jî di girtîgeha Stembolê de tê girtin.  Kurê wê û Hevserê wê saleke keça wê jî ev 2 mehe di girtîgehê de ne.    Dayika Gulê diyar kir ku dewlet  bi girtina dixwaze malbatan ji têkoşînê  dûr bixê û wiha axivi;"Hevserê min û 2 zarokên min hatine girtin. Keça min Safiye Yagmur ev 2 mehe di girtîgeha Mûşê Tîpa E'yê de tê girtin. Keça min û hevserê min ji ber ku di HDP'ê de dixebitîn hatine girtin. Kurê min jî  mamoste bû.  Piştî ku hate îxrackirin hate girtin niha ew jî di girtîgeha Stenbolê de ye. Hevserê min jî piştî referandûmê hate girtin.  Bi rastî ez pir zehmetiyê dikşînim. Her sê jî bê sedem hatine girtin. Niha li Kurdîstanê li her malekê girtiyek  heye. Hemû jî bêsedem hatine girtin. Girtîgehên Tirkiyeyê bi siyasetmenderên kurd tijî  bûne. Her roj Serokwezîr daxuyaniyan dide çapemeniye bi serbilindî dibêje em ê girtîgehên nû vebikîn. Armanca wan ji van girtîgehan ew e ku gelê kurd û kesên ku di têkoşîna kurd de cih digirin  bigirîn. Girtîgehên Tirkiyeyê her roj bi êrîşan di rojevê de ne.  Zext û êrîşên li ser girtiyan her roj zêdetir dibin. Mafên girtiyan tê binpêkirin. Kesê ku li ber xwe dide û vê zilmê qebûl neke tê girtin."   'Em van  polîtikayênsalên 90'î dizanîn'   Gûlê anî ziman ku bi girtinan têkoşîna malbatên girtiyên siyasî bi dawî nabe û got ku ew ê hertim şopdara têkoşîna zarokên xwe  û hevserê xwe be û wiha berdewam kir;"Her roj li girtîgehan sirgûn tên kirin û girtî tên sirgûnkirin. Lawê min destpêkê sirgûnî Tekîrdagê kirin û piştre jî sirgûnî Stenbolê kirin. Li gel van sîrgûnan dixwazin zarokên me ji me dûr bixin. Ji ber ku zarokên me tên sirûnkirin em nikarin herin hevdîtina wan û em zahmetiyan dikişînin.  Em van  polîtikayên dewletê yê salên 90'î  dizanîn. Niha zarokên min û hevserê min di girtîgehê de ne. Ez bi van serbilind im. Ji ber ku ew ji bo gelê xwe tedikoşin. Hevserê min 70 salî ye lê dîsa jî ji ber ku jê tirsiyan ew girtin.  Keça min jî dayika 5 zarokan e û niha zarokên wê li ortê mane. Kesê ku li hemberî zilmê serê xwe netewîne tê girtin. Lê ew jî baş dizanin ku ew çi bikin nikarin bi girtinan dengê têkoşînê qut bikin. "   'Dadgehên tirkiyeyê de aşitî tê darizandin'   Gulê da zanîn ku zarok û hevserê wê ji ber ku aşitî parastin hatine girtin û got ku li dadgehan aşitî tê darizandin û wiha pê de çû;" Ez car caran dimînim matmayî. Ji ber ku di malbatê de sê kes di girtîgehê de ne. Gelo ez ê çawa bigihîjim biçima hevdîtinên wan ? piştî ku em li gele gelek zahmetiyan diçin jî di warê hevdîtinê de ji me re astengiyan derdixin.  Em van pêkûtiyên dewletê qebûl nakîn. Heya ku ji destê me tê em ê jî li hemberî zilmê li ber xwe bidîn û serê xwe natewînin. Bi girtinan nikarin me bêzar bikin."