Hejmara nû ya Kovara Roperî derket 2017-10-15 12:25:31   ÎZMÎR - Kovara Roperî li girtîgeha Şakranê her 3 mehan carekê bi nivîs û keda jinên girtî derdikeve û bi hejmara nû derket. Di hejmara kovarê ya nû de berxwedana Kobanê hat hûnandin.   Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ne her 3 mehan carekê bi awayekî rêk û pêk Kovara Roperî derdixin û bi hejmara 14'emîn li pêşberî xwendevanan e. Di hejmara Tîrmeh-Tebax û Cotmehê de berxwedana Kobanê derket pêş. Di berga kovarê de wêneyeke şevana YPJ'ê cih digire û bi sernivîsa "Em bûn berxwedan" derket.   Kovar bi giştî bi destnivîsên jinên girtî derdikeve û wêneyên kovarê jî jin bi xwe xêz dikin. Kovar bi giştî ji 52 rûpelan pêk tê û nivîsê kurdî û tirkî cih digirin. Nivîsa edîtor a bi kurdî hatiye nivîsîn, bi sernavê "Hemû dilên berxwedêr re merheba" bang dike.   Bi wesîleya Meha Muharremê ji civaka elewî re jî cih hatiye veqetandin, nêrîna jinê ya di Şoreşa Rojava de û der barê şert û mercên OHAL'a 2017'an de jî nivîs cih digirin. Her wiha nivîsek jî der barê rojnameger Denîz Firat a di êrîşa DAIŞ'ê ya Muxmûrê de jiyana xwe ji dest da hat nivîsandin.