Jinên Hemşîn ên zimanê xwe didin jiyîn: Kimanag ta hozain Hamşetsi gendike* 2017-10-16 09:03:47 Evrîm Kepenek ARTVÎN - Ji HADÎG’ê ku ji bo zimanê Hemşînî xebatê dimeşîne, Elîf Altunkayayê  got: “Kimanag ta hozain Hamşetsi gendike. Hun dibihîzin, jinên Hemşînî li vir in.” Elîfê diyar kir ku jin ji bo pirsên Tirkî jî bi Hemşînkî bersiv didin û wiha got: “Zimanê hemşînî li gel hemû zext û asîmîlasyonan didome. Piranî kesên li ser zimanê Hemşînê xebatê dimeşînin jî jinin.”   Li gorî malpera bi navê ethonologue.com  li Tirkiyeyê Tirkî jî di nav de bi giştî 36 ziman hene. Li gorî heman raporê  nêzî 10 hezar kes Abhazca, 11,5 mîlyon kes Kurdî û ji 30 hezarî zêdetir kes jî bi Lazî diaxivin.  Lê der barê hejmara kesên Hemşînî diaxivin de raporek fermî tune.   Jinên Hemşînî li vir in   Ji Komeleya Jiyankirin û Lêkolîna Çanda Hemşînê (HADÎG) Elîf Altunkaya jî di alî zimanê hemşînî de lêkolînan dike û diyar kir ku jinên Hemşînî li gorî mêran li her derê bi zimanê xwe diaxivin û got: “Kimanag ta hozain Hamşetsi gendike. Hun dibihîzin, jinên Hemşînî li vir in.”   Ji Hemşînî ber bi Tirkî   Elîfê diyar kir ku civaka Hemşîn civakek girtiye û loma di demên borî de şansê parastina zimanê xwe girtine dest û wiha got: “Hemşînî bi sewalkariyê jiyana xwe didomînin. Bi bajarvanî û bazirganiyê re di saziyên dewletê de xebat, zimanê Tirkî li wan ferz kirine. Dîsa zimanê Tirkî li dibistanan xilas kirine.”   ‘Jinan zimanê xwe jibîr nekiriye’   Elîfê bi lêv kir ku jin li gorî mêran zêdetir zimanê xwe diaxivin û wiha pê de çû: “Ji ber şert û mercên jiyanê  hemşîniyên ji ber aboriyê koçî metropolan kirine jî neçar mane kêmtir zimanê xwe baixivin. Mêr li zozanan di navbera xwe de Tirkî diaxivin, jin bi Hemşînî diaxivin.  Jin pirsên Tirkî jî bi Hemşînî dibersivînin.”   Elîfê di dawiya axaftina xwe de dîsa daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dubare kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza pewerdeya zimanê dayikê rewa ye.Ji bo çand û zimanên li Tirkiyeyê tune nebin, divê em li dijî polîtîqayên bişaftinê bêdeng nemînin. Divê perwerdeya bi zimanê dayikê bi hemû zimanan bê dayîn.”