Tîpa T ya Dînarê: Gardiyan wek polîsên tevgera taybet tevdigerin 2017-10-16 09:19:25 Fîlîz Zeyrek EDENE - Girtiyê siyasî Bawer Eye ku ev 5 sal in li girtîgeha Tîpa T ya Dînar a Afyonê girtiye, bi tefonê ji malbata xwe re ragihand ku gardiyanan heta nivînên wan kêr kirine û mafê dermankirinê jî bi kelepçeyê asteng dikin. Dayika Bawer, Saadet Eyeyê jî got gardiyan wek polîsên tevgera taybet tevdigerin.   Girtiyê siyasî Bawer Eye ku ev 5 sal in li girtîgeha Tîpa T ya Dînar a Afyonê girtiye bi telefonê li malbata xwe geriya û got: “Pêkanîn û zextên li vir pir zêde bûne. Ewlehiya me tune. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” Dayika Bawer, Saadet Eyeyê wiha got: “Em dizanin ku kurê min û hevalên xwe ne di ewlehiyê de ne.Em ji jiyana wan bi fikar in. Divê em li dijî şîdeta li girtîgehan bisekinin.”   Heta nivînan tên parçekirin   Saadetê daxuyakirin ku kurê wê bi telefonê îşkence û binpêkirin ragîhandiye û ev tişt vegot: “Bawer telefon kir  û got ‘Zex û şîdeta li ser me roj bi roj zêde dibin. Em berxwe didin.Gardiyan bi pêkanînên kêfî zextan zêde dikin. Em giştî 10 girtiyên siyasî ne.  Duh êvarî bi ser koxuşan de girtin.  Bi dehan gardiyanî nivînên me kêr kirin. Gelek hevalên me nexweş in û nayên dermankirin.”   ‘Kelepçeyê ferz dikin’   Malbata Bawer destnîşan kir ku Bawer ji çavên xwe ne rehet e û dema dixwaze biçe nexweşxaneyê li Nexweşxaneya dewletê ya Dînarê di dora dermankirina doktor de kelepçeyê li destê wî dixin û ji ber ku ew jî red dike, şûnde dibin girtîgehê. Saadetê ev tişt vegot: “Em dema diçin girtîgehê bi zor em dikevin hundir. Zarokên me gelek westyayî û bêhal in. Çend sal in di çavên Bawer de pirsgirêk heye. Dermankirina bi kelepçeyê ferz dikin. Ew jî vêya qebûl nake.”   ‘Gardiyan wek tevgera taybet in’   Saadetê di berdewamiyê de daxuyakirin ku gardiyan gelek xerab nêzî wan dibin û wek polîsên tevgera taybet wan dişopînin. Saadetê bang li raya giştî kir û wiha pê de çû: “Ez rûmeta zarokên me yên li dijî zilmê berxwe didin maçî dikim. Cesareta wan zêde ye lê zext bandorek mezin li jiyana wan dikin. Lê zarokên me yên berxwedêr wê tu car serî netewînin.”