Li gor îdiayan li Şirnexê cenazeyê aydê jinekê hat dîtin 2017-10-16 12:10:57   ŞIRNEX - Li Şirnexê cihê ku malên TOKÎ'yê tên çêkirin cenazeyek li betaniyeyê pêçayî hat dîtin.    Li nava qada malên TOKÎ'yê yên li taxa Cumhûriyeta Şirnexê tên çêkirin cenazeyek hat dîtin. Karkerên TOKÎ'yê dema li qadê dixebitîn, cenazeyê li betaniyê pêçayî dîtin û agahî dan polîsan. Piştî polîs hatin herêmê lêkolîn kirin û cenaze ji qadê hat wergirtin. Lê nehat zanîn ku cenaze birin ku.   Der barê nasnameya cenaze de agahî nehatin bidesxistin û çavkaniyên li herêmê îdia kirin ku cenaze aydê jinekê ye.