Qeyûmê Dêrikê 83 mal hilweşandin! 2017-10-16 13:08:23   MÊRDÎN - Qeyûm û qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas, heta niha li Dîrikê bi hinceta xendekan bi dehan xanî hilweşandin. Qeyûm xaniyên ku hilweşandin di çapemeniyê de jî wekî"Hêlîna hişbirkêşan" nîşan dan. Qeyûm heta niha nîvê wan agahiyên dîrokî bi giştî 83 xanî li Dêrikê hilweşandine.    Qeymeqam û Qeyûmê Dêrikê Hakan Kafkas, xaniyên dîrokî yên li navçeyê bi hinceta ku bûne "Hêlîna hişbirkêşan' hildiweşîne. Qeyûm ê ku diyar kir heta niha 83 malên ku hatine terikandin hilweşandine, got ku ew ê 30 xaniyên din jî hilweşînin. Qeyûm Hakan  berê jî bi hilweşandina xaniyên dîrokî ketibû rojevê û diyar kiribû ku piştî ragihandina rêveberiyên xweser kî li wan xaniyan dijî ne diyar e û ji bo hilweşandina wan wekî hincet gotibû 'li wan malan çek tên veşaritin'. Qeyûm Hakan niha jî bi hinceta ku li van xaniyan 'hişbirkêş dijîn' wan hildiweşîne.   Li Dêrikê heta niha ji aliyê qeyûm ve li taxa Kaleyê 45 xanî, li taxa Kaniya gûzê 20, li Kaniya mezin jî 18 bi giştî 83 xaniyên ku hatine terikandin hatine hilweşandin û hat aşkerakirin ku wê 30 xaniyên din jî bên hilweşandin.