Yekîneyên parastinê destûr nedan ku Heşdî Şabî pêşve biçe 2017-10-16 13:46:48   KERKÛK - Şerê ku ji aliyê pêşmergeyên dildar, YJA Star, HPGê ve li dij Heşdî Şabî li Kerkûkê diqewime dijawar dibe.    Li Kerkûkê şerê ku ji aliyê pêşmergeyên dildar  YJA Star û Yekîneyên Parastina Gel (HPG) ve li dijî Heşdî Şabî hatiye destpêkirin, li Kerkûkê li taxa Arafa berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin pêşmenrgeyên PDK'ê ku li Kerkûkê ne dest ji hin herêman berdane, çûne û ev herêm ketine destê Heşdî Şabî.    Herwiha li navçeya Daquq û ya Kerkûkê û li Duxuramtu ya Selahaddînê jî navçe bi temamî ketine destê Heşdî Şabî. Hat aşkerakirin ku Heşdî Şabî bi tangan êrîş dike.