Li Yukselê di roja 342'an de 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin 2017-10-16 15:03:46   ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a li Kolana Yukselê 342 roj e dewam dike, di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin.   Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) de ji kar hatin avêtin, ji bo careke li karên xwe vegerin dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kirin û 222 roj e çalakiya wan dewam dike. Kesên bi armanca "Em karê xwe dixwazin" çalakî dan destpêkirin û piştgirî didan Nuriye û Semîh, 342 roj e li Kolana Yukselê li ber xwe didin.    Polîsan wekî her carê kolan ji çûyîn û hatinê re girt û girseya xwest li Kuçeya Konurê li hev bicive û daxuyaniyê bide, asteng kir. Li ser berxwedana çalakvanan, polîsan êrîş kir û 4 kes binçav kir.