Pêşmerge vekişiyan HPG û YJA Star li ber xwe didin 2017-10-16 15:47:19 KERKÛK -  Hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ji duh bi şev ve êrîşî Kerkûkê dikin. Hêzên pêşmerge xwe bi temamî ji Kerkûkê vekişandin. Endamên HPG û YJA-Star jî li nava bajêr li ber xwe didin. Şer li dora Rehîmava ku li ser rêya Hewlêrê ye diqewime. Hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê, duh bi şev saet di 02:00 de ji Tazeyê ber bi Kerkûkê ve ketin nava liv û tevgerê. Heşdî Şabî, piştî Tazeyê hewl da Pira Kerkûkê kontrol bike û li Xurmatûyê jî şer dest pê kir. Şer saet di 03:00 de li taxa Pîşesazî ya li nêzî navenda bajêr belav bû.   Îro danê sibehê şer li gelek cihan qediya bû. Li gelek nuqteyan şer zêde neqewimî û pêşmergeyan xwe vekişandin. Saet di navbera 10:00-11:00 de vê carê li Daqûqê şer dest pê kir û Daqûq, Xurmatû, Taze û Tel Wert ketin destê hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê.   Heşdî Şabî ji saet 11:00 û pê ve berê xwe dan Keywanê û ev der jî bi dest xistin. Pêşmergeyan ev der jî terikandin. Pişt re şer li nava bajêr rû da. Li aliyê Erefeyê şer dest pê kir.   Paşê ji Teywanê ber bi Erefe û Peylakê ketin nava liv û tevgerê. Hewl dan bikevin navendên ku pêşmergeyên PDK'ê û hêzên asayîşê terikandine. Di vê demê de li ser pirê şerekî dijwar qewimî. Heşdî Şabî bi tankan êrîş kir.   Di rewşa heyî de şer li Erefe, Peylak, derdora Rehîmava ku li ser rêya Hewlêrê ye û li nava bajêr diqewime. Tê gotin ku nîvê bajarê Kerkûkê ketiye destê Heşdî Şabî.   Hêzên parastinê li ber xwe didin   Endamên HPG’ê û YJA-Starê, şervanên xwebexş ên ji gelê Kerkûkê û pêşmergeyên bajar neterikandine, niha Kerkûkê diparêzin. Di vê çarçoveyê de di serî de rêyên Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêrê hemû rêyên sereke hatine girtin. Tê gotin ji bo pêşî li êrîşên gengaz û derketina hin koman ji nava bajêr bê girtin, ev rê hatine girtin. Bi hezaran kesên ber bi xeta parastinê ya HPG’ê YJA-Star ve herikîn gotin ku di nava her şert û mercî de ew ê bajarê xwe neterikînin.   Rojnamegerên li herêmê ragihandin ku hêzên pêşmerge xwe bi temamî ji Kerkûkê vekişandine. Tenê hin pêşmergeyên nexwestin ji bajêr derkevin û endamên HPG’ê û YJA-Starê di çeperên berxwedanê de Kerkûkê diparêzin.