Hinarên Efrînê bi destên jinan tên berhevkirin! 2017-10-17 09:03:29   Orîvan Mustefa   EFRÎN - Jinên Navçeya Şêrawa  ya Kantona Efrînê, dest bi komkirina hinaran kirin.   Yek ji fekiyê Efrînê yê ji aliyê jinan tê berhevkirin hinar in. Ji demsala havînê heta payizê Efrîn bi hinarên xwe û xemla daran bala mirovan dikşîne ser xwe. Dema ku dibe meha cotmehê, heta meha mijdarê hinarên Efrînê dikeve rojevê.Bi liv û tevgera jinan a berhevkirina hinaran xweza careke din şîn dibe û berhemên xwe dide. Jinan destnîşan kirin ku her roj saet 5'ê sibehê heta  4'ê êvarê li zeviyê hinaran dixebitin. Rojane 4 hezar L.S werdigirin.   Di navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê de, bi taybetî gundê Basûtê bi  hinarên xwe navdar e. Li gor agahiyên ku Desteya Çandiniyê daye me  darê hinara yên navçeya Şêrawa li dora 100 hezarî ne.  Berhemên Zeviyên Hinaran ên li navçeya Şêrawa di hundir salekê de nêzîkî 25 hezar tonî ye.Çinîna hinaran di meha cotmehê de dest pê dike û du mehan dom dike. Xwediyê bexçeyê hinaran piştî ku hinarên xwe xwe kom dike, li bazaran difiroşe. Li bazarê kîloya hinarên herî baş bi 100 L.S. tê firotin.   Jinên kedkar anîn ziman ku hinar ji her salê kêmtir e.