Saziyên jinan hatin girtin, yên nû jî emanetê mêrane! 2017-10-17 09:11:52   Şîlan Ozhan   SÊRT - Piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’î bûn şûnde hikûmetê saziyên jinan girtin. Qeyûmê tayînê şaredariya Sêrtê bû navê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê gûhert û bi Midûriyeta Çandê ya ku midûrê wê mêr e, girê da.   Di 16’ê Mijdara 20162an de Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan hat binçavkirin û piştî vê qeyûm hat tayÎnkirin.  Çawa qeyûm hat qezencên jinan tine kir.   Midûra Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê, Pervîn Akyurek Û 4 xebatkarên jin yên navendê îxrac kirin. Piştre Navenda Şêwirmendiya Berfînê ku  xebatên atolye û butçeya wê ya aydê wê hebû, ji statuya midûriyetê derxist û bi Midûriyeta Çandê ve girêda.  Her wiha tabelaya ‘Navenda Şêwirmendiya jinan a Berfînê  daxist û wek ‘Navenda Jinê’ guhert.   Jin li kolanê bi fikarin   Sêrta ku gelek muhafazakare jin bi fikarin ku derkevin kolanê û hem di qada kar de hem jî nokteya xwe heyî bikin de zehmetiyandikişînin. Jin ji ber mêrên li ber dukanan rudinin, nekarin bimeşin û ji aliyê hevjînên xwe ve jî her tim rastî şîdetê tên.Jinên ji navendê piştgirî didîtin niha nekarin biçin wir jî.