‘Mehra mele, avakirina paradîgmaya nû ye’ 2017-10-17 09:21:55   Zulal Koçer   STENBOL - Ji Însiyatîfa Muslimanên Li Dijî Şîdeta Jinê Zehra Yukselê pêşnûme qanûna ku rayeya birîna mehrê dide meleyan nirxand û diyar kir ku dewlet paradîgmaya nû ava dike û vê jî li ser jinan pêk tîne. Zehrayê diyar ku ev li dijî vê rewşê ne.   Der barê pêşnûme qanûna ku rayeya birîna mehrê dide meleyan ku van rojan wê biçe Lijneya Giştî ya Meclîsê de,  Ji Însiyatîfa Muslimanên Li Dijî Şîdeta Jinê Zehra Yukselê nirxandin kir.   Paradîgmaya nû   Zehrayê daxuyakirin ku dewlet paradîgmayek nû ava dike û vê jî li ser jinan pêk tîne û wih agot: “Em vê di alî polîtîk û stratejîk de şaş dibînin.  Ji pirsa ‘kî mehrê dibire’ wêdetir divê em balê bikişînin ‘ev dewlet ya kê ye’. Divê bersiva vê bi awayekî zelal derkeve holê.  Îluzyona ‘êdî ji sedî 99 welatê mislimane’ rastiyê nîşan dane.  Ji ber polîtîkaya xwe pêk tîne.  Dewlet yên misliman xelat dike. Di rewşa ku ev pêşnûme mafê hemû welatiyan wekhev bigire dest de, em li dijî vê dernakevin. Ji ber li vî welatî ol û mezhebên din jî hene. Em tenê qanûneke ku rewaûna komekê nas dike, qebûl nakin.   ‘Mekanîzmaya ku ji nûve hiyerarşiyê hildiberîne’   Zehrayê  diyar kir ku li welat ji têkiliyên hêza heyî tabloyek din mijara gotinê ye û wiha pê de çû: “Her diçe vediguhere têkiliyeke bêbandor.  Mekanîzmayeke dewletê ya k udi navbera komên civakê de hiyerarşiyê ji nûve hildiberîne heye. Ji ber vê em li dijî vê xalê derdikevin.”   Zehrayê daxuyakirin ku  bi vê guherina qanûnê rew wê qadeke nû ya pevçûnê derkeve holê û ev jî ji ser ‘te mehra xwe li ku birî, kê birî?’ ye û em li dijî vê qanûnê ne. Zehrayê anî ziman ku ew çima bi mele û miftiyan bawer bikin.