Ji kesê li kursa Quranê îstîsmara zayendî kir re 32 sal ceza tê xwestin 2017-10-17 12:43:40   AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê mêrê bi navê Y.O. yê li kursa Quranê li dijî zaroka 12 sali H.Î. îstîsmara zayendî kir  doz vekir. Dozger heta 32 sal û nîvan cezayê girtîgehê xwest.   Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê Meleyê Mizgefta Îhlasê ya Gundê Tepe yê Navçeya Bismil a Amedê Y.O. de bi sedema erka wî tune ders daye û li dijî 5 zarokan îstîsmara zayendî kiriye doz vekir. 5 zarokên rastî îstîsmaraza zayendî hatin û piştre îfadeya xwe paşve kişandin jê 4 zarok dê weki "Şahit" tev li rûniştina dozê bibin û bên guhdarkirin. Di nava zarokên rastî îstîsmarê hatin de zaroka 12 salî H.Î., jî heye. Dozger piştî îdianame amade kir radestî 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dozger di îdianameyê de bi îdiaya li dijî zarokên ji 15 salî biçûktir sûcê "îstîsmara zayendî" kiriye û "zarok ji azadiya wê dûr xistiye" der barê bi navê Y.O yê 32 salî ku di 9'ê Tîrmehê de hat girtin ji 16 salan heta 32,5 salan cezayê girtîgehê xwest.   Bi gefan îstîsmar veşart   Dema zaroka 12 salî H.Î ku îstismara zayendî lê hat kirin li gel pedagog îfade dabû. H.Î., diyar kiribû ku zarokên jin jî bi dehan caran rastî îstîsmara zayendî ya wî hatine. Derket holê ku Y.O. zarokê îfade da û 4 hevalên wî îstismar kiriye û ji ber ku zarok tirsiyaye ji kesî re negotiye. Piştî îfadeyan Y.O. hat girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.   Rûniştina dozê wê di 14'ê kanûnê de bê dîtin.