Hejmara nû a Kovara Jîneolojiyê derket 2017-10-17 13:58:37   AMED  - Hejamara nû ya 7'emîm a Kovara Jîneolojiyê ku di 8'ê Adara 2016'an de dest bi weşanê kiribû vê carê bi mijara "Nêrîna li xwezaya mêr û mêrantî" li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovara ku wêneyê li kapaxê ji aliyê Vîktorîa Krîeger ve hatiye xêzkirin keda gelek jinan di derketina wê de heye.   Kovara Jîneolojiyê ya teorî û zanistî  ku ji sê mehan carekê dertê vê carê bi hejmara xwe ya  7'emîn li pêşberî xendevanan e. Mijara hejmara nû ya kovarê vê carê "Nêrîna li xwezaya mêr û mêrantiyê ye", hewldana mêr a ku mêrantiyê milîtarîze dike li ber çavan radixe.   Herwiha Kovara Jîneolojiyê di hejmara xwe ya nû ya vê carê de di heman demê de niqaşên ku bi mêran re hatine kirin 'Bi pênaseyên wan û lêpirsînên wan' ji xwendevanên xwe re radigihîne.