Doza Dayika Aştiyê Havva Kiran hat taloqkirin 2017-10-17 16:32:41   AMED - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran a bi îdiaya "Avakirin û rêvebirina rêxistinê" bi daxwaza heta 35 salan cezayê girtîgehê doz lê hatiye vekirin, li dadgehê parastin kir û wiha got: "Ez dayika aştiyê me. Ji bo kes neyên kuştin ez axivim. Min tu sûc nekirine. Mirovek xwendin û nivîsandina wan tune be dê çawa rexistinê ava bikin.    Dozgerê Amedê, der barê endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya 62 salî Havva Kiran, Mehmet Onat û Mehmet Necat Şamar de bi îdîaya tev li meş û xwepêşandanan bûne, Beştarî merasima cenazeyan bûne û tevli civîna KCD'ê bûne, doz vekiribû. Dozger ji 15 salan heta 30.5 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Yekemîn rûniştina doza endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hevva Kiran û Mehmet Onat û Mehmet Necat Şamar li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Dozger der barê Havva, Mehmet û Mehmet Necat de bi îdîaaya "Avakirin û rêvebirina rêxistinê", “Endamtiya rêxistinê", "Li dijî qanûna civîn û meşê derketiye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" ji 15 salan heta 30,5 salan cezayê girtîgehê xwest. Di rûniştina dozê de Hava û Mehmet Necat ên ku serbest tên darizandin û parêzerên wan amade bûn. Mehmet  jî tev li rûniştina dozê nebû. Mehmet Necat Şamar diyar kir ku wî îdîaname nexwendiye. Dadger jî got "Ma ji tere neşandin?". Mehmet Necat jî got 'Ji min re CD yek şandin. lê ji ber ku dema ez binçavkirim kompîtera min desteser kirin min nekarîbû bixwînim." Mehmet, îdîayên der barê xwe de red kir û diyar kir ku ew bê sûc e.    Ji bo mirov neyên kuştin   Piştre dayika Aştiyê Hava Kiran a 62 salî jî bi kurdî parastin kir. Hava, diyar kir ku ji bo mirov neyên kuştin axivîye û wiha got: "Ez dayika aştiyê me. Ji bo kes neyên kuştin ez axivî me. Min tu sûc nekiriye. Xwendin û nivîsandina min tune ye. Mirovek xwendin û nivisandina wê tune be dê çawa rêxistinê ava bike?" Havva sûcên der barê xwe de red kir û beraata xwe xwest.    Parêzera Havva Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku dayikên zarokên wan li çiyê ne ji bo şer bi dawî bibe Meclîsa Dayikên Aştiyê ava kirine û wiha got: "Ji bo zarok û ciwan neyên kuştin û xwîn nerije têdikoşin. Li ser azadiya ol û wîcdan aştîyê dixwazin. Em van sûcdariyan qebûl nakin. Em dixwazin kêmasiyên di dosyaye de bên temamkirin.  Heyeta dadgehê jî piştî navberê doz taloqî meha çile kir.