'Aşitî û azadî bi yekitiya neteweyan pêkan e' 2017-10-18 09:03:23 MÛŞ - Xebat û şewrêyên Yekitiya Neteweyî bi pêşengiya KNK'ê li her çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Herî dawî Şêwra Neteweyî ya li Rojavayê Kurdîstanê hat lidarxistin li navenda Girkêlegê bi biryarên girîng  bi dawî bû. Derbarê Yekitiya Neteweyî de  jinên elewî axivîn û gotin ku riya aşiti û azadiya Rojhilatanavîn di Yekitiya Neteweyan re derbas dibe.   Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  civîn û nirxandinên ser yekitiya ya li  her çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin.  Xebatên  ji bo yekitiya neteweyî bi  pêşengiya  nunerên partiyên siyasî, sazî û rêxisinên civakî yên Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdîstanê bi şêwere û civînan  berdewam dike.  Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî jinên elewî diyar kirin ku yekitiya neteweya kurd ji bo hemû gelan hêviye û gotin ku  neteweyek demokratîk  xeyala hemû gela ne.    'Yekitiya Neteweyî wê tenê li ser gelê kurd bandorê neke'    Jina bi navê Hediye Ekîncî anî ziman ku xebatên yekitiya neteweyî ji bo hemû gelan gaveke girînge û got ku divê herkes piştgiriyê bide yekitiya neteweyî û wiha axivi;" Ji dîrokê heya  niha gelê kurd li cihê dewletê her tim neteweke demokratîk xwestiye. Heya niha qirkirin û zilma herî mezin li ser kurdan pêk hatiye. Niha jî kurdan biryar daye ku pengaveke serkeftî biavêjin. Pêşengiya KNK'ê  niha çar parçeyên kurdîstanê şewir û civîn ji bo yekitiya neteweyî tên lidarxistin û serkeftî jî derbas dibin. Ev şêwir û civîn bi tevlîbûneke mezin pêk tên. Biryarên girîng tên girtin. Bi rastî yekitiya neteweyî ya kurdan dê ne tenê kurdan, hemû gelan bandor bike. Hêviyên gelan geş dibin. Pêwîste herkes bi zanebûna neteweya demokratîk nêzî vê pêngavê bibe."   'Yekitîya Neteweyî û Neteweya demokratîk   Şengûl Çîçek jî anî ziman ku kurd li hemberî perçebûnê bi yekitiya neteweyî bersîvê didin û wiha axivi;"Kurd ji aliyê hêzên Emperyalîst ve hatin perçekirin. Niha Kurdîstan xwedî çar perçeyan e. Lê dewletan bi vê planê qezenc nekir û kurd ji hev neqetandin. Kurd li ku derê bin dîsa dizanin bigihîjin hev.  Bi perçebûnê xwastin kurdan rêve bibin. Lê kurd niha li  her çar perçeyan li  ber xwe didin. Niha jî bi biryara yekitiya neteweyî nîşanî hêzên mêtinger didin ku gelê kurd nakeve û bi her awayî tedikoşe. Li Rojava pêvçûn, şer û berxwedan bi hev re tê meşandin, lê dîsa jî di nav derfetên şer de xebatên yekitiya neteweyî tên meşandin. Di van xebatan de biryarên girîng tên girtin. Ev xebat herî zêde jî bi pêşengiya jinan tên meşandin. Ji ber ku ji bo neteweyek demokratîk û yekitiya neteweyî pêwîstî fikir û ramanên jinan heye. Zanebûna jinê di van xebatan de xwe nîşanî me dide. Pêşeroj û hêviyên gelan dê bi  yêkitiya neteweyî pêk bên."   'Ji bo aştî û azadiyê yekitî girîng e'   Jina bi navê Akîde Aslan jî bi lêv kir ku hêzên neteweyî dixwazin pêşiya yêkitiya kurdan bigirin û got ku gava ku kurd dibin yek tu kes nikare pêşiya wan bigire û wiha got:"Bi salan e ji aliyê tevgera kurd ve têkoşîn ji bo neteweke demokratîk tê meşandin. Her çiqas hêzên komploger xwastibin bi qetlîaman pêşiya vê bigirin jî dîsa jî ev xebat nehatine rawestandin. Ev gav ji bo hemû gelên bindest firsendek e. Divê gelên ji  hemû bawerîyan piştgiriyê bidin û tevlî van xebatan bibin. Aştî û azadî bi yekitiya neteweyan pêkan ne."