"Rizgarkirina Reqqayê dê bibe tolhiladana fermana 74'an" 2017-10-18 09:06:53   Sorgul Şêxo   REQA - Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ'ê Bêrîtan Êzîdxan  derbarê hemleya Reqayê nirxadin kir û got:"Rizgarkirina Reqayê wekî tolhildana hemû jinên êzîdî û fermana 74 ne".   3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ ket Şengalê, pêşmergeyên li wir reviyan û Şengal neparastin bi hezaran jin, zarok hatin revandin û firotin. Çawa HPG'ê û YJA Star'ê Şengal rizgar kirin niha li Reqayê YPJ'ê bi sedan jinên êzîdî rizgar kirin. Bi sedan jinên tên rizgar kirin soza tevlîbûna YJŞ'ê didin.     Bêrîtan Êzîdîxan, şervana Yekîneyên Jinên Şengalê, li gundê Til Ezêr tevlî malbata xwe dijîya, niha jî Bêrîtan ji bo azadiya hemû jinên Şengalê têkoşînê dike. Di Pêngava Rizgarkirina Reqqayê de bi armanca rizgarkirina hemû jinan bi taybet jinên Êzîdî, cih digire".   Bêrîtan rizgarkirina Reqqayê wekî tolhildana fermana 74'an û tolhildana hemû jinên Êzîdî pênase kir û wiha domand:" Fermana ku bi şerê Şengalê hat bandorek mezin li ser keç û xortên şengalê çêkir, ji bo tolhidana vê fermanê keç û xortên Şengalê hêza xwe ava kirin, ev gaveke dîrokî bû, soza me bi tevahî rizgarkirina hemû jinên Êzîdî ne."   Bêrîtan anî ziman ku tevîlbûna wê ya  pêngava rizgarkirina Reqayê ji bo tolhildana jinên Êzîdî ye. Îro Reqaya ku DAÎŞ'ê ji xwe re kiribû stargeh hat hilweşandin.    Bêrîtan bangewazî li tevahî jinên êzîdî û jinên Reqayê kir û got:"Jin bila êdî koletiyê nepejirînin. Bila hemû jin di têkoşînê de cihê xwe bigirin û tola xwe hilgirin."