Kobanê bi tekoşîna jinan rizgar bû 2017-11-01 14:19:56   KOBANÊ - Şahiya ji bo 1'ê Mijdarê ya roja Kobanê ya cîhanê bi axaftinên pîrozbahiyê berdewam dike.    Ji serê  sibehê gelê kantona Kobanê ya herêma Firatê  berê xwe dan şahiya ji bo pîrozbahiya 1'ê Mijdarê ya roja Kobanê ya  cîhanê û  bi coş û şahiyeke mezin  pîrozbahî berdewam dike.     Li ser navê Federasyona Bakurê Suriyeyê Mensûr El Selûm, li ser navê MSD'ê Hikmet Hebîb, li ser navê Fermandariya Giştî ya YPG/ YPJ'ê Îrvana Kobanê  axivîn. Hemûyan roja Kobanê ya cîhanê bi dilekî geş li  gel pîroz kirin. Îrvanayê  1`Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê  di serî de li Gelê Kurd û dawiyê li hemû gelên Sûriyeyê pîroz kir û wiha got:" Bi berxwedana Gelê Kurd, bi têkoşîna Jinên Kurd û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kobanê rizgar bû. Ez  1'ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê li tevahî şervanên di çeperan de şer dikin  pîroz dikin. Ew xwediyê tekoşîna mezinin."   'Jinan di qada têkoşîna Kobanê de cihekî girîng girtin'   Li ser navê Kordînesyona Kongira Starê Sara Xelîl diyar kir ku jinan di qada têkoşîna Kobanê de cihekî girîng girtin û wiha got:"Ez roja Kobanê ya cîhanê li her çar parçeyên Kurdistanê û li Gelê Kurd û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikim. Tekoşîna herî mezin ku di berxwedana Kobanê de derket holê bi saya tekoşîna jinê bû."Her wiha xelat li YPJ/YPG'ê û endamên saziyan hat belavkirin.   Di berdewamiya şahiyê de wê gelek kom ên stranan û govendê tevlî şahiyê bibin.