Di roja 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê de qeyyûm tabelaya Kobanê rakir 2017-11-01 15:30:41   WAN - Di roja 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê de qeyyûm tabeleya parqa Kobanê jê kir. Hate zanîn ku dê navê parqê bê guhertin.   Sala 2014’an li gelek deverên Tirkiyeyê gel herikîbûn qadan û hevkariya Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê bi çalakiyan  şermezar kirîbûn û Kobanê ji destên DAÎŞ’ê hatibû paqijkirin û rizgarkirin. Ji ber vê yekê jî sala 2014’an 28’ê Cotmehê ji aliyê nîvîskaran û siyasetmendarên dengdar ve roja Kobanê a cîhanê hatibû îlankirin. Li Wanê navçeya rêya armûşê  parqa bi navê ‘Parqa Kobanê’ a  ku di dema şaredariya DBP’ê de hatibû vekirin balkêş e  ku di roja 1’ê  Mijdarê roja Kobanêya cîhanê de tabelaya wê ji aliyê qeyyûm ve hat rakirin.   Hat zanîn ku qeyyûm dê navê Kobanê jê bibe û navê parqê biguherîne.