Surê vediguherin qada rantê, gel tê mexdurkirin 2017-11-02 09:05:38 AMED - Taxa Alîpaşa ya Sûrê di bin navê veguhestina bajarvaniyê de ji sedî 80’ê hat hilweşandin û cihê xaniyên hatine hilweşandin dê otelên butîk û kargerî bigirin. Tê gotin ku dê xebata înşatê di 400 rojî de biqede.    Hilweşîna li taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê berdewam dike. Hilweşîn ji sedî 80’ê temam bû û welatiyên ku xaniyê wan ji destê wan hatiye girtin di şert û mercên giran de dijîn. Cihê xaniyên welatiyan jî dê otelên butîk û kargerî bigirin.   ‘Bêyî encamên hiqûqî bên otel tên çêkirin’   Welatiyên li taxê dijîn û bi zorê ji malên wan hatin derxistin diyar kirin ku dê li şûna xaniyê wan TOKÎ bê çêkirin. Welatiyekî wiha got: “Li şûna xaniyê min dê otelê çêbikin. Ez bi zorê ji xaniyê xwe hatim derxistin. Min serî li rêyên hiqûqî dabû. Hîna encam nehatiye lê înşata otelê dike biqede.”   Berdevka Platforma Piştevaniya bi Sûrê re Buşra Cîzrelîoglu xebata otelê ya li taxa Alîpaşayê nirxand û da zanîn ku îhale ji aliyê Fîrmaya LEDA Yapimê ve hatiye girtin û niha wê 3 otelên butîk û 57 avahî û 8 dikan bên çêkirin. Tê gotin ku dê di 400 rojî de otel û dikan bên temamkirin.