Beyza Gulmen: Xwişka min herî zêde Cadeya Yukselê mereq dike 2017-11-02 09:22:15 Esra Aydin   ENQERE - Xwişka Nuriye Gulmenê ku niha li Nexweşxaneya Numune çalakiya xwe ya grêva birçîbûnê berdewam dike, Beyza Gulmen diyar kir ku xwişka wê Nuriye tenê Kolana Yukselê meraq dike.   Nuriye Gulman ku 239 roje di greva birçîbûnê de ye û 5 mehe girtiye, li koguşa girtiyan a Nexweşxaneya Numune çalakiya xwe didomîne. Xwişka Nuriyeyê, Beyza Gulmen refakatiya xwişka xwe dike.  Beyza rojê 21 saetî ligel xwişka xwe dimîne û der barê rewş û berxwedana wê de nirxandin kir.   ‘Hestî û çerm maye’   Beyzayê got Nuriye ku ev 239 roje di grevê de ye, ne nexweşe û got: “Tenduristiya wê roj bi roj xera dibe. Carn a êşa wê zêde ye, Di alî fîzîkî de gelek qelse.  Em kîloyê wê tam nizanin. Lê di bin 40’î de ye. Xwişka min di alî dîtbarî de hestî û post maye. Sedemên ku xwişka min naynin dadgehê hene. Sedema yekem, ji aliyê kesan ve neyê dîtin û ya duyem jî dirêjkirina pêvajoyê ye.  direvînin û li Numuneyê dîl digirin. Dema xwişka min dikarî parastina xwe bike neanîn dadgehê.”   ‘Bi Semîh re bi ser dikevin’   Beyzayê bi lêv kir ku Nuriye tevî tecrîd û êşa xwe berxwe dide û her roj ji bo Nuriyeyê serkeftineke û got: “Dibêje ‘her êrîş wê bi berxwedana me bişikê.’  Belê ev şerekî îradê ye û niha xwişka min bi îradeya xwe berxwe dide. Xwişka min bi Semîh re her roj serkeftinê qezenc dike.”   Beyzayê behsa rojên xwe yên bi xwişka xwe re derbas dike kir û got ew ji hev re pirtûkên ku dixwînin vedibêjin û da zanîn ku xwişka wê herî zêde cadeya Yukselê mereq dike.