Koçberên Kampa Ebû Xeşeb li hêviya alîkariyê ne 2017-11-06 09:06:26 Sorgul Şêxo DÊRAZORÊ - Koçberên Dêrezorê ku li Kampa Ebû Xeşeb  bi cih bûne bi hatina zivistanê re bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jinên Dêrazorê ji bo koçberan banga hestiyariyê kirin.   Koçberên Dêrezorê ku li kampa Ebû Xeşeb  bi cih bûne bi hatina zivistanê re bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin.  Li  Devera Ebû Xeşeb ya girêdayî Dêrezorê nêzî 2 mehan e kamp li wê herêmê ji aliyê Meclisa Sivîl ya Dêrezorê ve hatiye vekirin. Bi armanca bicihkirina koçberan û alîkariya wan.   Koçber ji ber  şer û bê ewlehiyê ji gund û bajarên xwe qut bûn. Her ku dem diçe û şervanên QSD'ê herêm û gundan rizgar dikin, hejmara koçberan jî zêde dibe. Di vê demê de kamp pêwîstiya wê bi alîkariyê heye. Lê heya niha tu kes û saziyên ku bi navên destekdayîn û alîkariya koçberan têne nasîn nehatine kampê û tu destek nedane van koçberan. Ji bilî rêxistinê. Pêşiya me  Zivistan e. Êdî rewşa hewayî tê guhertin serma û seqem e.  Gelo ev koçber bêyî alîkariyê wê çawa bijîn.   Meclisa Sivîl a Dêrezorê û Heyva Sor a Kurd ji bo dermankirina rewşên nexweşiyê bi hemû derfetên xwe alîkariyê bi koçberan re dikin. Lê ev têrê nake, divê ku dewlet û rêxistinên navneteweyî çavên xwe vekin û bi erka xwe rabin. Rêveberê Kampa Ebû Xeşeb Sedam Ebûd ji Ajansa me re rewşa koçberan, zehmetiyên pê re rûbirû tên nirxand û wiha got: "Kampa Ebû Xeşeb ji hemû alavên jiyanê mehrûm e. Vayê zivistan jî hat baran tê, êdî rewş ne weke berê ye. Di milê pêşkêşkirina alavên zivistanê Yên mîna sobe, betanî tune ne. ne xwarin û nejî vexwarin. Di sererastkirina xetên avê de jî pirsgirêk hene. Ew jî divê werin çareserkirin."   Sedam di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bila tenê carekê çavên xwe vekin û zehmetiyên van koçberan bibînin û li gorî wê tevdibgerin.   Jina Koçber ya  bi nave Xedîca Mûsa ku ji ber topbarana çeteyên DAÎŞ'ê û Rêjîma Baasê koçber bûye û xwe spartiye herêmên bi ewle yên hêzên QSD'ê wiha dibêje: "Ev nêzî 5'rojin ez hatime kampa penaberan. Ji ber top û hawanên çeteyên DAÎŞ'ê û Rêjîma Baas'ê ez  tevî zarokên xwe reviyam. "   Xedîce ya ku nexweşiya dil pêre heye, bang li dewletên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bi wan re bikin û nexweşiya wê derman bikin. Xedîce  ji bo rewşa kampê jî wiha got: "Dinav koçberan de herî zêde zarok hene û pêwîstiya wan bi cil û hemû alavên jiyanê heye."