Di TOKÎ’yan de wê kî bijîn 2017-11-06 09:18:46 MÊRDÎN - Li Nisêbînê tevlî îtîrazan beşeke mezin înşatên TOKÎ’yan temam bûye. Serokê AKP'ê yê Navendê Mehmet Alî Dundar di daxuyaniya ku da de diyar kir ku wê TOKÎ li bajar dîmenek modern bide qezenckirin. Heta niha li TOKÎ’yên hatine çêkirin 8 cenaze hatin derxistin û nayê zanîn ku wê kîjan malbatên modern di TOKÎ’yan de bijîn. Li Nisêbînê înşata TOKÎ’yê beşeke mezin çêbûye. Di rojên borî de Qeymeqamê Nisêbînê Ergun Baysal, Serokê Daîreya Midûriyeta Giştî ya Veguhestina Bajarvanî û KoordÎnatorê Şirnex û Mêrdînê Mehmet Aydin, Serokê Navendî yê AKP’ê Mehmet Alî Dundar li taxa Dîcle, Abdulkadîr Paşa, Yenîşehîr û Firatê lêkolîn kirin.   4 hezar û 700 avahiyên ku bi tîpa  2+1, 3+1 û 4+1 hatine amadekirin, hat gotin ku heta serê salê wê teslîmî malbatan bên kirin. Welatiyên ji bo xaniyên TOKÎ’yê negirin, îmze neavêtine jî nayê zanîn ku wê çi bikin.   Îmzeyên ji bo tapo û erseyan hatine girtin hîna bi giştî temam nebûne û nayê zanîn ku dê avahiyan bidin kîjan malbatan. Serokê navendî yê AKP’ê Mehmet Alî Dundar xeyal dike ku dê TOKÎ'yê bi Nisêbînê dîmenek modern bide qezenckirin.