'Perwerde xwe naskirin e' 2017-11-06 13:13:36   SERÊKANIYÊ -  Hevserokên Komînan û Saziyên Rêveberiya Xweser ku tevlî perwerdeya ideolojiyê bûn, wiha gotin:" Pêwist e ku her kes tevlî perwerdeyên ideolojiyê bibin û fikrê azadiyê nas bikin û xwe birêxistin bikin."   Li bajarê Serêkaniyê ya li herêma Cizîrê dewreya perwerdeya Şehîd Ekîn a ku li Akademiya Şehîd Rûstem Cûdî 25 rojan  berdewam kir bi dawî bû.Gelek dersên girêdayî jinê, netewa demokratîk, dîroka Kurdistanê û mijarên cuda hat dayîn. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn derbarê perwerdeyê de nirxandin kirin û girîngiya perwerdeyê anîn ziman.     'Perwerdeya îdeolojiyê pêwistiyek civakî ye'   Endama Rêveberiya aboriya xweser  Ceylan Mihemed diyar kir ku perwerdeyên îdeolojiyê civakê pêş dixe û wiha got:" Perwerdeya me ya ideolojiyê 25 rojan dewam kir,  hem wek hevseroka komînan hem jî wek endama aboriya xweser ez tevlî perwerdeyê bûm. Ev perwerde di heman demê de gelek bi wate ye jî. Mijarên wekî jin, dîroka Kurdistanê, civaka xwezayî û gelek mijarên girêdayî jiyanê hat dîtin.  Ji bo pêşxistina fikir û raman hewcedarî her dem bi perwerdeyên bi vî rengî hene. Perwerdeya îdeolojiyê pêwistiyek civakî ye."   'Beşdarbûna jinê ya perwerdeyê gelek girîng e'   Ceylanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Ev perwerde ji bo xwenasîn û xwebirêxistinkirinê gelekî girîng e.  Hêvîya min ev e ku hemû jin beşdarî vê perwerdeyê bibin. Çimkî beşdarbûna jinan a vê perwerdeyê gelek girîng e. "   'Perwerde ji bo siberoja gelan hêviyeke mezin e'   Her wiha Hevseroka Enerjiyê a bajarê Serêkaniyê Daliya Mûsilî jî derbarê perwerdeyê de nêrînên xwe wiha anî ziman:"Pêwist e bi tevahî endamên sazî û meclîsan tevlî perwerdeyên ideolojiyê bibin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku perwerde ji bo siberoja gelan hêviyeke mezin e."