‘Grêvên azadiyê’ mezin dibin: Heta ku rêberê me azad nebe em ê çalakiyên xwe berdewam bikin 2017-11-06 13:56:06   WAN/MÊRDÎN - Grêvên birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û azad bibe bi moralekî mezin berdewam dike. Di çalakiyan de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bangên serîhildanê hatin kirin.     Grêvên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, ji bo şerd û mercên ji bo tendirustiyê bên avakirin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan, pêl bi pêl mezin dibin. Çalakiya ku Meclîsa Dayikên Aştiyê dest pê kiribûn û HDP-DBP dewir girtibûn di roja xwe ya sêyem de berdewam dike. Grêva ku do HDP-DBP dewir girtibûn îro jî rêxistinên navçeya Edremitê dewir girtin.     Rêvebira navçeya Edremitê Meryem Tuncer di grêva li ber avahiya Wanê ya Edremitê axivî û wiha got:”Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hemû cîhanê rêberekî girîng e. Hewceye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe. Rêberê me ji bo hemû neteweyan xwedî mîsyoneke girîng e. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me ranebe û azad nebe em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”   Berxwedêrên grêva birçîbûnê bi moralekî mezin çalakiya xwe didomînin û gel jî diçin serdana wan.