ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-07 09:00:23   *Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve hatiye amadekirin de li taxa Kuçuk Armutlu ya Sariyerê dê 3 hezar û 948 avahî bên hilweşandin. Gelê ku bi salan e li dijî hilweşînê berxwe dide  jî got: “Em ê bibin yek lê em avahiyên xwe nadin hilweşandin. Li van deran bîranîn û miriyên me hene. Dê nikaribin me ji vir bişînin.”   *Hatîce Yuksel a 45 salî ku li bajarokê Çîftehan a Ulukişla ya Nîgdeyê dijî, nebatên ji baxçeyên xwe kom dike tîne Edeneyê û difiroşe. Hatîceyê diyar dike ku ew xwe hewcedarî kesî nake û got: “Hemû jin bi hewldanên xwe dikarin li ser piyan bisekinin û hewceyî kesî nebin.   *Li Kerboranê zextên li ser gel her ku diçin zêde dibin. Li navçeyê tacîz, ji rê derxistin, dorpêç û îxbar di asta herî jor de ye û gel li taxên xwe nikarin rehet bigerin. Mamosteyên jin jî rastî tacîzê tên.   *Ji bo welatiyên taxa Dabanoglu ya Sûrê ku ew jî di bin dorpêçê de bû, heta 5’ê Qanûnê dema valakirina xaniyan hat dayîn. Esma Dîkçî ku neçar dimîne cara duyem ji Sûrê koç bike got: “Wek me biqewirînin hatin malên me û gotin ji vir derkevin.Lê me ew tişt carekê kir. Em carek din nahêlin û naçin.”   *Ji parêzerên KCDP’ê Leyla Suren da zanîn ku  daxwazên wan bi qansî hêz û biryara jinan mezin e û wiha berdewam kir: “Rêxistinbûyin ji bo me gelek girîng e. Di 25’ê Mijdarê de em jin ji bo rêxistinbûna xwe mezin bikin em ê derkevin qadan.”   *Kader Ortakaya ji bo bibe ‘Rosa Sara’ di xeta sînorê Kobanê-Pirsûsê de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin. Hevala Kaderê, Roja Jiyan wiha got: “Wê  têlên sînor ji zû de hilweşand û derbasî Kobanê bû.”