Hilweşîna li Sûrê gihîşt Dabanogluyê 2017-11-07 09:18:36 Medîne Mamedoglu / Piroz Zırığ AMED - Ji bo welatiyên taxa Dabanoglu ya Sûrê ku ew jî di bin dorpêçê de bû, heta 5’ê Qanûnê dema valakirina xaniyan hat dayîn. Esma Dîkçî ku neçar dimîne cara duyem ji Sûrê koç bike got: “Wek me biqewirînin hatin malên me û gotin ji vir derkevin.Lê me ew tişt carekê kir. Em carek din nahêlin û naçin.”   Li Sûrê hilweşîn didomin û niha jî ji bo welatiyên taxa Dabanogluyê ya Sûrê  talîmat hat û ji bo hilweşînê amadekarî kirine.   Polîsên li taxê li çend malan geriyan û malbat tehdîd kirin, ji bo malbatan dîroka 5’ê Qanûnê dan û gotin heta vê dîrokê xaniyan vala bikin.Li navçeya ku di 2 salên dawî de nêzî 30 hezar mirovî koç kir, bi de hezaran jî xanî hatin hilweşandin. Li taxa Alîpaşa û Lalebey hîna hilweşîn didome û bi taxa Dabanoglu jî hejmara taxên dê bên talankirin bû 8.   ‘Hesreta vir giran e’   Esma Dîkçî diyar kir ku ew li Dabanogluyê di kirê de ye û got: “Me bi zorê derdixin. Em ji Sûrê derkevin dê bêrîkirina me zêde bibe. Li taxa Fatîhpaşeyê tevlî pevçûnan em ji mala xwe derneketin lê em bi zorê derxistin. Me şahidiya gelek qetilkirinan kir, piştre jî me şahidiya hilweşînê kir. Di pevçûnan de ez mehekê bi zarokên xwe re mam. Me bi zorê derxistin. Me pêlavên xwe jî nekirin lingên xwe. Lê niha em cara duyem tên koçberkirin.”   Esmayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê berxwedana 103 rojan neyê ji bîr kirin.