Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin 2017-11-07 12:40:30   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abbdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 702'yan serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, cara 702'yan serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk neanîne.   Hemû hevdîtinên parêzerên Ocalan bi hinceta "Keştî xirabe ye", "Hewa ne baş e" û "OHAL heye" tê astengkirin.