Mîhrîcana Mîtan di roja xwe ya 9'an de didome 2017-11-22 12:40:24   EFRÎN - Mîhrîcana Mîtan bi dirûşma "Em jiyaneke nû ava dikin" di roja xwe ya 9'an de dewam dike.    Festîvala ku li navenda çand û hûnera herêma Efrînê hatiye lidarxistin, bi sedan ji şêniyên kantona Efrînê, nûnerên tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelek rewşenbîr beşdar bûn.   Festîval bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azad dest pê kir. Piştre  şanoya bi navê "Fîl'" ku derbarê dizîna çanda kurdan û destdirêjiên ku li ser gelê kurd hatine kirin wekî mijar girtibû dest, hat pêşkêşkirin. Şanoya 'Fîl' ji ber ku mijarek girîng girtibûn dest, bala temaşevanan gelek kişand.   Festîval berdewam dike.