‘Hêza civakê bi hêza jinê tê afirandin’ 2017-11-22 16:13:03   EFRÎN - Rêxistina Sara  ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî  belavok belav kir.   Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî Rêxistina Sara bi dirûşma ‘ Hêza civakê bi hêza jinê tê afirandin’  belavok belav kir.  Belavok li hemû jinên navçeya Efrîna Kevin, li taxên wê,  li Efrîna nû, li kampên Şehbayê û li Rûbar hat belavkirin.   Di belavokê de roja meşê û seata wê hat diyarkirin.