250 parêzer ji bo Abdullah Ocalan ketin tevgerê 2017-11-22 17:02:00   STENBOL - Di pêşengiya Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) de 250 parêzeran bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, dê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin.   Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHP), der barê daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrseyê de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê parêzerên ku endamê OHP’ê, Nûnerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Endamê Buroya Hiqûqê ya Bindestan, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ên bi KHK'ê hatin girtin Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Prz. Ercan Kanar amade bûn. Parêzeran, li salona ÎHD'ê pankarta “Ji pergala Îmraliyê re bes e" vekirin.    Li ser navê 250 parêzeran serlêdan   Li ser navê Buroya Hiqûqê ya Asrin, Rezan Sarica, diyar kir ku li ser banga OHP'ê li hev kom bûn û wiha got: “Em dê sibê li ser navê 250 hevalên xwe yên parêzer wekî Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin em dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. Xebata me ya bingehîn a serlêdanê, helwesta li dijî tecrida li Îmraliyê ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. 6,5 salin parêzer nikarin biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. 14 mehin malbat nikarin biçin bi Abdullah  Ocalan re hevdîtin bikin û tu agahî jê nagirin. Heta niha serlêdanên me bi hinceta OHAL'ê red dikin. Em bi vê serlêdanê dixwazin ji ber hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiye li cem Abdullah Ocalan cihê xwe bigirin. Em dixwazin nîşan bidin ku li cem hewldanên wî ne."    Mafên Abdullah Ocalan desteser kirine   Li ser navê parêzeran Rêvebera OHP'ê Prz. Raziye Turgut daxuyanî da. Raziye, destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdulla Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê roj bi roj girantir dibe û ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: "Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin hevdîtinê bikin. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha heyet nikarin hevditin bikin. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha malbat bi tu awayî nikarin agahî bistînin. Herî dawî piştî çalakiyên demokratîk û li Amedê 50 kes ketin greva birçîebûnê Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an hevdîtin kir û ji wê demê heta niha kes tu agahî jê nagire. Ji wê demê heta niha kes ne dikare bi Abdullah  Ocalan re û ne jî dikarin bi girtiyên din Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim re hevdîtin bikin. Heta 21'ê Tîrmeha 2016'an, her dem bi hincetên 'keştî xerabe ye', 'muxalefeta hewayê heye' serlêdan dihatin asteng kirin. Piştî OHAL hat îlan kirin bi sedema OHAL heye serlêdan tên redkirin. Lê di biryarnameya OHAL'ê de tiştekî wisa tune ye. Tu sedem û astengiya ku rê li pêş parêzerê girtî û hikûmxwar bigire tune ye. Ne di biryarnameya OHAL'ê de û ne jî di KHK'yan de tu astengî tune. Ev bê hiqûqî ye."   'Tecrîd di asta îşkenceyê de ye'   Endama EHB'ê Kader Tonç jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin gihiştiye asta îşkenceyê û wiha got: "Ji bo tecrîd bi dawî bibe em hemû parêzer dê di nava hewldanan de bin. "   Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan ji bo tecrîd bi dawî bibe dê di nava hewldanan de bin û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Gulseren, anî ziman ku civak di ferqa vê yekê de ye û her kes pirsa 'Li wir çi dibe?' dipirsin. Gulseren anî ziman ku ya pêşeroj û nerîna wan diyar dike tecrîd e û wiha gtot: "Kesê ku Gelê kurd wî wekî rêberê xwe qebûl dike di bin tecrîdê de be zerarê dide hewldanên aştiyê. Zerarê dide fikrê û pêşeroja hemû civakê. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi lezgîn bi dawî bibe."    Sibê 250 parêzer dê di saetên serê sibehê de bi riya  Buroya Hiqûqa Asrînê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin.