Gulîstan Koçyîgît: Di 25’ê Mijdarê de li qadan tecrîdê bişkînin 2017-11-23 09:30:20   Bêrîtan Canozer   STENBOL- Hevseroka HDK’ê Gulîstan Kiliç bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan tecrîda Îmraliyê bişikînin.   Fikarên derbarê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de didomin û çalakiyên li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê hatine destpêkirin jî berdewam dikin. Tevlî banga sedhezaran kesî ya ji bo Abdullah Ocalan, hikumet bêdengiya xwe diparêze. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku sedema agahî negirtina ji Abdullah Ocalan girêdayî israra şer a AKP’ê ye û bal kişand ser têkoşîna jinan.   Gulîstanê di berdewamiyê de da xuyakirin ku divê tecrîd piralî bê dest girtin û ev tişt daxuyand: “ Polîtîkaya tecrîdê encama tifaqa AKP û MHP’ê ye. Bi tecrîdê du tişt tên hedef girtin. Ya yekemîn ev e ku têkiliya Birêz Ocalan ji gelê Kurd biqetînin. Ya duyemîn jî gotina Birêz Ocalan a di navbera 2013-2015’an de ji aliyê gel ve hatiye qebûl kirinê ye. AKP’ê tehemulî vê yekê nekir.”   ‘Desthilatdariyê nexwest em hînî aştiyê bibin’   Gulîstanê di berdewamiyê de wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Desthilatdariyê nexwest civak hînî aştiyê bibe. Ji ber desthilatdarî her tim ji şer xwedî bûne. Berdewamkirina hevdîtinan dihat wateya destdayîna hev a aliyên cuda. Dewletê ev wek xetere dît. Piştî vê jî tecrîd xist dewrê.”   Gulîstanê anî ziman ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û got: “ Tecrîd berdewam dike û radibe dibêje ‘xwişk û birayên min ên Kurd’. Bila kes di vê rewşê de wisa nebêje. Tu li dijî îradeya gelê Kurd ne rêzdarî çawa dibêjî xwişk û birayên min?  Li dijî Kurdan nefret heye. Nûçeyên derbarê Birêz Ocalan de belav dikin û nebza gel dipîvin. Ev rewş wê Tirkiyeyê bibe kaosê.  Wê encamên ku nikaribin pêşî lê bigirin, derkevin holê. Ev tê wateya bi agir lîstinê. Tirkiye wê hesabê vê koasê nikaribe bide.”   ‘Dixwazin hişmendiya jinê ji holê rabikin’   Gulîstanê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “ Abdullah Ocalan îdeologê xeta azadiya jinê ye. Têkoşîna jinên Kurd li ser rêbazên wî mezin bû. Îro li Rojava navê şoreşekê bû şoreşa jinê. Ev jî bi saya fikrên Abdullah Ocalan pêk hat.  Ji ber vê yekê jî hedefa sereke ya AKP û MHP’ê ev bû ku îradeya jinê ji holê rabike. Ji bo em tecrîdê bişkînin divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em sekna xwe ya herî radîkal nîşan bidin.”