Elewiyên malên wan hatin nîşankirin:Balkêşe ku polîs ji vê rewşê agahdarin! 2017-11-23 09:34:05   Gulîstan Azak   MELETÎ - Li taxa Cemal Gursel li kolana Gokalpê malên 13 elewiyan ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin nîşankirin. Malbatan diyar kirin ku ev ne tiştekî nû ye û  gotin balkêş e ku polîs beriya wan ji bûyerê agahdar bûne.   Li Meletiyê duh malên 13 malbatên Elewî hatin nîşan kirin.  şêniyên taxê diyar kirin ku polîs sibehê hatine malên wan lêkolîn kirine û wiha berdewam kirin: “Agahiya me ji nîşankirinan tinebû. Polîs sibehê zû hat û der barê mijarê de agahî da.  Balkêşe ku polîs beriya me agahdar bûne. Em wisa difikirin ku ev ji aliyê polîsan ve hatine kirin.  Divê ev rewş demildest bê ronîkirin.    Elîf Dedeoglu ya 60 salî  destnîşan kir ku divê demildest kesên li pişt vê bûyerê derkevin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em Elewî bi mirinê tên tehdîdkirin.  Dibêjin belkî wê bi van nîşankirinan me bitirsînin. Emê li vê taxê bin. Û neçin cihekî din. Hewl didin me bi tirsê biçewsînin. Lê em netirsiyan û natirsin.”   ‘Me ji polîs hîn kir’   Gongagul Mîlîs ya 29 salî jî bertek nîşanê bûyerê da û got polîs sibehê hatine mala wan û nîşankirina xaniyan ji wan hîn kirine û got divê rayedar demildest bikevin nav tevgrê.   ‘Em vê heq nakin’   Fatma Gungur (70) bi lêv kir ku armanca vê eve ku Elewiyan din ava civakê de damge bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sibehê polîsan li deriyê me xist.  Gotin ‘deriyê we hatine nîşankirin’.Min mêze kir ku hemû derî hatine nîşan kirin.  Em Elewî vê heq nakin. Polîs hatin ber derê me.  Wan beriya me hîn kir ku derî hatine nîşan kirin. Vê jî di serê me de pirsnîşan çêkir. Ger berpirs dernekevin holê berpirsê vê hikûmete.”   Yuksel Kalin (60) jî ji nîşankirina xaniyên Elewiyan polîs berpirs dît û got: “Em her  roj bûyerekê dibihîzin. Malê cemê şewitandin. Li gelek bajaran deriyên Elewiyan nîşan kirin.  Bila êdî ev pêkanîn bi dawî bin. Çi dibe bila bibe em dest ji têkoşîn û nasnameyên xwe bernadin.”