Li 19 herêmên ku girêdayî Nisêbîn û li Bedlisê ne ‘qedexe’ hat îlankirin 2017-12-11 12:03:50   MÊRDÎN/BEDLIS - Li çar kuçeyên cuda yên girêdayî Nisêbînê ne qedexe hat îlankirin. Li 12 gund û 3 kuçeyên Bedlisê jî ‘qedexe’ hat îlankirin.   Walîtiya Mêrdînê da xuyakirin ku wan li kuçeyên Uçyol, Dagiçi, Dibek û Guzelsuyê ‘qedexeya derketandina derve’ îlan kirine.   Walîtiya Bedlisê jî da xuyakirin ku wan li kuçeyek û 3 gundên girêdayî Mûkiyê û li 9 gund û 2 kuçeyên girêdayî Tetwanê ne  îrô di navbera saet 16:00-07:00 de qedexeya derketandina derve îlan kirine. Kuçeyên ku hatiye qedexekirin ev in:”Kuçeyên Yazicik, Yuvalidam, Kayran û Aksu ku girêdayî navçeya Mûtkî ya Bedlisê ne. Kuçeyên din jî Uzumlu, Anadere, Sungurlu, Kulbasti, Odabaşi, Teknecik, Sallica, Boblesur, Donertaş, Komurlu û Aktoprak in ku ew jî girêdayî navçeya Tetwanê ne.”