Li rojnamegeran lêpirsîna 'Ocalan' hat vekirin 2017-12-19 14:46:25   AMED - Derbarê Rojanameger Zuhal Altalan a li Platforma 1HaberVar bernameya Mor Panorama pêşkêş dikir û Bîlal Gundem yê bernameya Rojev pêşkêş dikir lêpirsîn hat destpêkirin.   Derbarê Rojanameger Zuhal Altalan a li Platforma 1HaberVar bernameya Mor Panorama pêşkêş dikir û Bîlal Gundem yê bernameya Rojev pêşkêş dikir de bi hinceta  ku ji mêvanên xwe yên bernameyê pirsên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dipirsîn lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdogeriya Komarê ya Amedê ve ha destpêkirin de rojnameger Zulal û Bîlal li Şaxa TEM'ê ya Muduryeta Emniyetê ya Amedê îfade dan.   Zulal di çarçoveya lêpirsînê de îfade da   Zuhalê di çarçoveya ku ji mêvana xwe ya bernameyê ji ber pirsa ku Hevseroka Bajarê Amedê ya (DBP)  ku derbarê Abdullah Ocalan pirsî de bi hinceta "Sûc rewa kiriye û pesnê sûcdar daye de îfade da. Her wiha derbarê mêvan Ruken Akça de jî bi hinceta "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn hat vekirin û îfadeya wê hat girtin.   Derbarê Bîlal Gundem de jî ji ber bernameya Rojev ku pêşkêş dike bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn hat  vekirin. Her wiha derbarê mêvanê heman bernameyê de yê ku Hevberdevkê Înîsîyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re ye de Mehmet Temîzoz de jî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn hat vekirin. Herwiha derbarê parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca de jî fezleke hatiye amadekirin an nehatiye amadekirin nayê zanîn.