Jinên Kobanê bertek nîşanî êrişên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê dan! 2017-12-19 15:46:48   KOBANÊ - Gef û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê didome. Jinên Kobanê bertek û nêrînên xwe yên derbarê êrîşên li ser Efrînê anîn ziman û wiha gotin:" Tu êrîş nikare hêz û îradeya Gelê Kurd têk bibe."   Gef û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê didome. Dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî Efrînê dikin û di encama êrîşan de jî hinek kes birîndar bûn, hinek kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Jinên Kobanê derbarê êrîşên li ser Efrînê nêrîn û bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew li dijî êrîşan ranawestin û dê têbikoşin.     'Em ê ji dil û can xaka xwe biparêzin'   Jina bi navê Mizgîn Şêxo derbarê êrîşên li ser Efrînê wiha got: " Ev êrîşana dê tu caran negihêje armanca xwe. Dewleta Tirk  her dem xwestiye ku Gelê Kurd tune bike lê em gelê Kurd û bi taybet jî jin tu caran dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê her tim li berxwe bidin û em ê tu caran jî serî li ber van dagirkeran netewînin. Em ê ji dil û can xaka xwe biparêzin."     'Dê tu kes nikaribe axa me dagir bike'   Her wiha Rûken Brahîm jî nêrîn û bertekên xwe wiha nîşan da: " Ji dîrokê heta a niha em wekî Gelê Kurd li dijî zilm û zordariyê sekinîn. Em ê a niha jî li dijî van zordariyan û êrîşan bisekinin û axa xwe biparêzin."    'Em ê heta dawiyê xwedî li axa Efrînê derkevin'   Herî dawî jina bi navê Asiya Mihemet Salih a Ereb jî bertekên xwe wiha anî ziman:" Em ê tucaran li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin û xwedî li Efrînê derkevin. Em vê zilm û zordariyê qebûl nakin û em ê heta dawiyê axa Efrînê biparêzin."