'Dê ji bo Rojhilata Navîn sala 2018'an bibe saleke nûjen' 2017-12-20 09:02:38   Rûken Goman    DÊRIK - Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Pergala Federaliya Demokratîk Hediye Yûsif proje û destkeftiyên sala 2017'an nirxand û sala 2018'an pîroz kir û wiha got: "Bûyerên ku di sala 2017'an de qewimîne, rewşeke nû, dîzayin û  pergaleke nû ya jiyana hevpar a gelan bi xwe re ava kiriye. Bi hêviya ku sala nû ji bo gelê Rojhilata Navîn bibe saleke nûjen."   Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Pergala Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif bi awayekî berfireh destkeftiyên kar û xebatên xwe, bûyerên ku di sala 2017'an de qewimîn her wiha pêşketin û geşedanên li Bakurê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku dê sala nû ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe hêviyên cuda û serbixwe.      Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif hatina sala 2018'an li gelê Bakurê Sûriyeyê û gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: " Li Rojhilata Navîn, li Rojava-Bakurê Sûriyeyê û li tevahî cîhanê saleke dijwar derbas bû. Bûyerên ku di sala 2017'an de qewimîne, rewşeke, dîzayin û  pergaleke nû ya jiyana hevpar a gelan bi xwe re ava kiriye. Piştî êşên pir dirêj ku hatiye jiyîn em pêşwaziya salên aram û ji nû ve avakirinê dikin. Bi hêviya ku Rojhilata Navîn bibe qada aştî û azadiyê."    'Li Bakurê Sûriyeyê  tekoşîneke bêhempa hat meşandin'   Hediyeyê diyar kir ku sala 2017'an di warê têkoşîna li dijî terorê de salek dijwar û taybet bû û wiha pê de çû: "Li Bakurê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina gelê herêmê hemû hêzên parastinê dijî terorê têkoşînek bê hempa dan meşandin. Ji bo wê jî bûyerên herî ku deng vedan rizgarkirina bajarên weke Minbic, Tebqa , Reqa  û  Dêra Zorê bûn. Her wiha kantonên  Bakurê Sûriyeyê piştî pergala xwe ya rêveberiyê da rûniştandin, pêvajoyên nû da destpêkirin. Li hember terorê  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelek herêm rizgar kirin. Jixwe sala 2017'an gelek ziyanên mezin ji bo gel bi xwe re anî, ji ber ku terora DAÎŞ'ê talankirin, qetilkirin û koçberî  li ser gel ferz kir. Lê bi saya berxwedana QSD'ê êdî çeteyên DAÎŞ'ê ber bi tinebûnê ve diçin û gelek guhertin tên avakirin."    'Di warê dengeya siyasî de rizgarkirina Reqayê cihekî girîng digire'   Hediyeyê di axaftina xwe de bal kişand ser alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ya ji bo Bakurê Sûriyeyê û wiha got: "Hêzên Koalîsyona Navnetewî  bi çekan piştgirî da Hêzên Sûriyeya Demokratîk û tevî têkoşîna QSD'ê Reqa hat rizgarkirin. Çeteyan bi xeyalên avakirina dewleteke 'Xîlafeta Îslamî' tevahî cîhan tehdît dikir. Loma rizgarkirina Reqayê di warê dengeyên siyasî de cihekî girîng girt û bandora xwe li siyasetê jî kir. Gelê me yê Bakurê Sûriyeyê jî bi rêxistineke xurt destkeftiyên mezin bi dest xisitn. Ev jî dide diyar kirin ku êdî gel dikare berpirsiyariya xwe bîne cih. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekîtiya gelan ava bû hişmendiya civakê di warê erênî de guhert."   Piştî serkeftinên ku di salên şoreşê yên destpêkê de û ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser hatin bidesxistin, îlankirina Projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê weke pêwîstiyekê hat dîtin. Êdî wê ev proje çawa û li ser çi hîmî ava biba, me amadekariya wê kirin. Li gor wê bi lihevkirina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, Peymaneke Civakî sala di 2017'an de hat erêkirin. Di vê projeyê de tevahî gel wê azad bin. Di civîna me ya sêyemîn de li ser gelek xalên rêvebirina Bakurê Sûriyeyê  û ji bo amadekariyên hilbijartinan zagon hatin çêkirin da ku Pergala Federaliya Demokratîk bikeve pratîkê."   'Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê di warê destkeftiyên siyasî de pir girîng bû'   Hediyeyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser herdû qonaxên hilbijatinan ên Pergala Federaliya Bakurê Sûriyeyê û wiha got: "Me li Bakurê Sûriyeyê li gor zagonên Meclîsa Damezrêner qonaxa yekemîn a hilbijartinan li dar xist. Her wiha qonaxa duyem a hilbijartinan jî yên bajarok, navçe û kantonan bi awayekî rêxistinkirî hatin çêkirin. Gelê me  bi îradeya azad çûn ser sendoqan û dengê xwe dan. Ev jî destkeftiyeke siyasî ya pir mezin e, ji ber ku di sîstemên desthilatdar de û bi taybet di rêjîma Sûriyeyê de gelan îradeya xwe ya azad nas nekiribû. Ji ber ku gel bi îradeyek azad dengê xwe bi kar anî loma herdû qonax bi serkeftinên mezin derbas bûn. Van hilbijartinan di asta cîhanî û herêmî de deng vedan. Hinek kesan bawer nedikirin ku di nav van şerd û mercên dijwar de hilbijartin çê bibe. Lê hilbijartin çê bû û ev jî bi awayekî demokratîk pêk hat. Encamên xurt derketin holê, ji bo wê, wê ev hilbijartin bibin bingeha demokrasiya Sûriyeya pêşerojê."    'Ji bo qezenckirina pêşerojeke azad perwerdeya neslên nû pêwîst bû'    Hediyeyê bal kişand ser rêxistina civakî a Bakurê Sûriyeyê û wiha got: "Li Bakurê Sûriyeyê di rêxistinkirina milê aborî, çandî û perwerdehiyê de gavên mezin hatin avêtin. Mînak pergala perwerdeyê gaveke nûjen bû ji bo tevahî herêmên ku netewa demokratîk lê tê meşandin ku li wê derê minakeke nû di hemû dibistana de hate dayîn. Ji bo qezenckirina pêşerojeke azad gavên nû hatin avêtin."    'Em ji bo 2018'an dest bi projeyên nû dikin'   Di dawiyê de Hevseroka Meclisa Damezrêner Hediye Yûsif diyar kir ku ew ji bo sala 2018'an amadekariya projeyên nû dikin û wiha pê de çû: "Projeya herî sereke di sala 2018'an de vegera gel a li herêmên wan e.  Qonaxa sêyemîn a hilbijartinan ku dîsa bi îradeya gel wê werin lidarxistin. Em xwedî hewldan in ku hebûna Bakurê Sûriyeyê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hebe, em di xebatên dîplomasiyê de bibin xwedî bandor û rola xwe bigirin. Li aliyê din jî ji bo em parastina herêmên xwe ji terorê bi awayekî giştî temam bikin, em ê di nava tekoşîn û peywendiyan de bin. Wê sala 2018'an bibe sala çareseriyê, sala azadiya jinê ku temsîla tevahî  jinên Sûriyeyê bike. Em hatina sala 2018'an li her kesî pîroz dikin ku her kes bi misyonên xwe yên dîrokî rabin û dengê azadiyê bilind bikin."