Li Cizîrê siyaset qedexe ye hişbir serbest e 2017-12-20 09:06:55     ŞIRNEX - Li taxa Sûrê ya piştî rêveberiyên xwer lê pevçûnên mezin hatin jiyîn, di xaniyên ku xesar dîtibûn de kesên hişbirê bikar tînin bi cih bûne. Ciwan bi polîtîkayên ji rêderxistinê hînî hişbirê tên kirin û hat îdia kirin ku polîs jî dibêjin ‘ji bilî siyasetê her tişt ji wan re serbest e.’   Li bajar û navçeyên Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiyên xweser polîtîkaya şer a hatibû destpêkirin cihê xwe ji polîtîkaya ji rêderxistinê re hişt. Li Cizîrê piştî qedexe hat rakirin şûnde tevî du sal derbas bûye jî hîna pêkanînên qedexeyê bi awayekî fîîlî berdewam dikin. Li navçeyê faaliyetên siyasî bi awayekî kêfî tên qedexekirin lê bikaranîna hişbirê serbest dikin.   Dixwazin avabûna civakî tune bikin   Piştî pevçûnan bi hezaran kesî ji taxa Sûrê jî koç kir û niha li taxê bikaranîna hişbirê welatiyan dike fikaran. Bi dehan xaniyên ku di hilweşînê de xesar dîtin û biryara hilweşînê jî nedanê hene. Bi taybet ciwanên hişbirê bi kar tînin van malan bi kar tînin. Welatiyek ku nexwest navê xwe bide bal kişand ser zêdebûna hişbirê û  da zanîn ku tevî ku gilî dikin jî tu tedbîr nayê girtin û wiha got: “Dixwazin avabûn û civakî ya çandî ya li navçeyê tune bikin. Her wiha cihên ku lîstikên bahîsê lê tên lîstin jî zêde bûne.”   ‘Ji bilî siyasetê her tişt serbest e’   Şêniyek taxê ya bûye şahida bûyerekê jî wiha got: “Xaniyên vala yên pêş mala min bûye cihê kesên hişbirê bi kar tînin. Tevî ku li taxê nobedar û polîs hene jî kes mudaxale nake. Bi zanebûn desturê didin wan. Şeva borî li ber derî ez li bende hevjînê xwe bûm. Polîs hatin cem min û gotin ‘tu çi dikî li derve’. Min got ‘ez li benda hevjînê xwe me’. Min ciwanên ku hişbir bikar dianîn nîşanî wan dan. Polîs jî Kenya û got ‘bila siyasetê nekin çi dikin bila bikin’. Berê jî gelek kesî ew kesan gilî kiribûn li ser gilîkirinê hatibûn binçavkirin lê çend roj şûnde dîsa hatibûn berdan. Niha wê jî nakin.”