Tirkiye goristaneke mezin a Bêkesan e: Cenazeyên me ji me vedişêrin 2017-12-20 09:18:55   MÊRDÎN - Cenazeyên gelek endamên YPS-YPS JIN ên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn hîna nedane malbatên wan. Cenazeyên li goristanên bêkesan ên li bajarên cuda hatine definkirin, malbatan ji bo wan cenazeyan serlêdan kirin, mînaka xwînê dan, hîna encamên DNA’yê negirtine.   Di berxwedana Nisêbîn a Mêrdînê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dest dabûn û hîna cenazeyên gelek kesî di goristana bêkesan de ne. Ji 28 cenazeyên ku sê meh berê 8 heb hatin teşîskirin dan malbatên wan.   Cenazeyên li Stenbolê anîn Mêrdînê   Li gorî agahiyên derbarê cenazeyan de hatin girtin, ji 83 kesên li navçeyê jiyana xwe ji dest dane tenê 35 kes ji goristana bêkesan hatine girtin û teslîmî malbatan hatiye kirin. 48 cenaze jî hîna li bajarên cuda ne.   Ji welatî li Amedê Goristana Bêkesan a Yenîkoyê, 18 cenaze li Mêrdînê, 18 heb jî li Rihayê ne. 6 cenazeyên li Stenbolê jî  bi talîmata dozgeriyê hatin derxistin û anîn goristana bêkesan a Mêrdînê.   Du meh berê cenazeya Abdullah Ak ji bin avahiya TOKÎ’yê ya taxa Firat a Nisêbînê hat derxistin û hîna cenaze li  Saziya Tipa Edlî (ATK) tê girtin. Dayika Abdullah Ak, Ayten Ak, diyar kir ku tevî testa DNA’yê kirine bi mehan e tên sekinandin û agahî nadin wan.   Piştî pevçûnan cenazeyên ji herêmê hatin derxistin û dîroka wan:    *Di 8’ê Cotmeha 2016’an de li Nisêbînê li tax Dîcleyê cihê TOKÎ dihat çêkirin di hewşa xaniyekî de sê cenaze hatin derxistin.   *Di 20’ê Cotmeha 2016’an de ji taxa Firatê 2 cenaze hatin derxistin.   *Di 17’ê Qanûna 2016’an de li taxa Yenîşehîrê cenazeyek hat dîtin.   *Di 16’ê Çileyê 2017’an de li taxa Firatê ji xebatên kavilê cenazeyek hat derxistin.   *Di 3’ê Gulana 2017’an de Midûriyeta Mêrdînê diyar kir ku li Nisêbînê du cenazeyên di nav betaniyan de hatine dîtin.   *Di 1’ê Hezîrana 2017’an de li Nisêbînê di xebata TOKÎ’yê de cenazeyek hat dîtin.    *Di 24’ê Tîrmeha 2017’an de li taxa Firatê li cihên TOKÎ dihatin çêkirin cenazeyek hat dîtin.   *Di 21’ê Îlona 2017’an de li qada înşata TOKÎ’yê cenazeyek hat dîtin. Dîsa di meha îlonê de du cenazeyên nasnameyên wan ne diyar hatin derxistin.   *Di 2’ê Cotmeha 2017’an de ji taxa Firatê di nav kavilan de cenazeyek hat dîtin.   Her wiha di 21’ê Îlonê de li çoltera Çîmenlî ya Jorîn a Qoserê di bombebaranê de 6 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. 4 cenaze teslîmî malbatên wan hatin kirin lê hîna nayê zanîn ku du cenazeyên din li ku ne.   Di 17’ê Mijdarê de li çoltera Çalikoy a Nisêbînê di bombebaranê de dîsa du HPG’yî jiyana xwe ji dest dabû û her du cenaze bêyî testa DNA’yê bê kirin li Goristana bêkesan a Mêrdînê hat definkirin.