Li pey xeyalekî: Di 46 saliya xwe de biryara nivîskariyê girt 2017-12-20 09:22:39   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Ayşegul Kanat tevî astengiyên derket pêş wê dest ji xeyalên xwe berneda û dest bi nivîskariyê kir. Xeyala wê niha ev e ku ji bo jinên li girtîgehê dersa nivîskariyê bide. Ayşegulê banga ‘dest ji xeyalên xwe bernedin’ li jinan kir û got divê her jinek çîrokek wê ya nivîsandinê hebe.   Nivîskar femînîst Ayşegul Kanat di 1949’an de li Ceyhan a Edenê hatiye dinê û ji zarokatiya xwe heta niha xeyala nivîskariyê kiriye. Ayşegulê tevî hemû astengiyên derket pêş wê di 46 saliya xwe de xeyalên xwe pêk anî û Peyma Ayşegulê ya ji bo hemû jinan wiha ye: “Li pey xeyalên xwe biçin û têbikoşin.”   Hedefên nû girtîgeh in   Ayşegulê bi lêv kir ku piştî  46 saliya xwe şûnde Beşa Şanoyê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kiriye û piştre dest bi nivîskariyê kiriye û di vê mijarê de ders daye. Ayşegul a ku hedefa danî ber xwe piştî salan şûnde pêk anî xeyala wê ya niha jî ev e ku li girtîgehan dersa nivîskariyê bide. Ayşegulê wiha berdewam kir: “ Ez dixwazim xwe bigihînim jinên bêyî sedem a hatine girtin û piştgiriyê bidim wan. Ji girtîgehan dikare gelek helbestkar û nivîskar bên gihandin.”   Ji bo çîrokên xwe vebêjin   Ayşegulê seruvena nivîskariya xwe jî wiha vegot: “ Ya ez ber bi nivîskariyê birim ev bû ku çîrokên jinan ji aliyê mêran ve dihatin nivîsin. Mêrek tu car nikare jinê rast vebêje. Ji bo jin çîrokên xwe vebêjin ez dixwazim dersê bidim. Her kesek çîrokek wê ya vebêje heye. Jinên li malê kedê didin jî dikarin her tiştî binivîsin. Ez li Navenda Çanda Nazim Hîkmet dersê didim. Ez hemû jinan jî dawetî van dersan dikim.”