'Divê pergala tecrîdê bê hilweşandin' 2017-12-20 10:05:21   Lîlav Elî-Ferîde Zede   EFRÎN - Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd li ser tecrîda giran a li ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Em vê tecrîdê bi zimanekî tund şermezar dikin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan em ê têbikoşin."   Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd li ser tecrîda giran a li ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku tecrîd ne pêkanîneke hiqûqî ye.    Hêvîn Reşîd derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha axivî:"Ev demeke dirêj e ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev pirsgirêka tecrîdê pirsgirê ka me hemûyan e. Loma divê em hemû li hemberî sîstema Îmraliyê roj bi roj têkoşîn û berxwedana xwe bilintir bikin. Berxwedan a ji bo şikandina sîstema îmraliyê rûmet e."    'Em êrişên li ser axa xwe û tecrîda bê hiqûq qebûl nakin'    Hêvînê di dewama gotinên xwe de wiha got:" Ewqas sal in Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de ye û dewletên ku qaşo bi navê demokrasiyê bang dikin bê deng mane. Lê belê em ê wekî jinên Kurd xwedî li keda Rêberê xwe derkevin û li qadan dengên xwe berz bikin. Em êrîşên li ser axa xwe û tecrîda bê hiqûq qebûl nakin û em ê her têbikoşin."   'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye'    Hêvînê di axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava û got ku ev şoreş şoreşa jinê ye  û wiha pê de çû:" Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bike jin bê maf  hatibû hiştin û ji siyasetê hatibû dûrxistin. Lê piştî Şoreşa Rojava dest pê kir ne tenê jina Kurd hemû jinên Rojlilata navîn di her qada jiyanê de rola xwe lîstin. Mînak di hilbijartina Bakûrê Sûriyeyê de jin bi coşek mezin beşdarî hilbijartinan bû. Xwedî li erka xwe derket û ev coşa wê jî dibe bersîva hemû gelan. Loma em ê hemû jin axa Efrînê biparêzin û rê nedin dewleta tirk."     'Li dijî êrîşên li ser axa Efrînê em bê bersiv namînin'   Hêvînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di demên dawiyê de zêdetirî çar mehan e  ku Dewleta Tirk a dagirker êrîşî ser axa Efrînê dike û dixwaze bi siyaseta xwe herêma Efrînê dagir bike lê belê em weke gelê Kantona Efrînê ji zarokan bigire heta mezinan em li dijî van êrîşana bê deng namînin û em ê rûmeta xwe biparêzin. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku li dijî van êrîşan û tecrîda giran bê deng nemînin. Çimkî bêdengî hevkariya sûc e."