Asli Erdogan careke din hat xelatkirin! 2017-12-20 13:15:06   NANVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Asli Erdogan, hêjayî xelata Sînone - de- Beauvoîr ya Mafnên Jinan a 2028'an hat dîtin. Xelata Esliyê wê di 10 çileya 2018'an de li Parîsê bê dayîn.   Kovara Feminîst ya Almanyayê 'Emma' ragihand ku nivîskara Asli Erdogan hêjayî xelata 2018'an a Sînone - de- Beauvoîr a Mafnên Jinan hatiye dîtin. Li gorî nûçeya DW, di daxuyaniya ku li navenda kovarê ya li Kolnê hatiye dayîn de wiha hatiye gotin:" Asli Îkona azadiya li Tirkiyeyê ye û şer bi bêjeyan vedibêje ye."   Xelata ku ji 2008'an ve tê dayîn û wê vê salê cara 11'emîn bê dayîn û buhayê wê 5 hezar euro ye. Xelat wê piştî 110'emîn rojbûna nivîskara Fransî ku di 108 -1986'an de jiyaye ya femînîst Sîmone de Beauvoîr di 10'ê Çileya 208'an de li Parîsê ji Asli Erdogan re bê dayîn.   Asli ya ku li cîhanê hêjayî gelek xelatan hat dîtin piştî ku pasaporta wê îdadeyî wê hat kirin di meha Îlaonê de xelata Komeleya  Pirtûkvan, Çapkirina pirtukan û weşana wan û ya Şareariya Osnabruck Erîch- Marîa - Reamgue ya Aştiyê girtibû. Herwiha Asliyê di meha Cotmehê de jî xelata Leîpzîg ya Azadiya Medyayê girtibû.   Berî vê jî ji ber berxedana Asliyê ya azadiya ramanê Asliyê hêjayî Nîşana Theodor Heuss, ji aliyê Weqfa Ewropayê ya Çandê ya Amsterdamê ve hêjayî Xelata Çandê hatibû dîtin û hêjayî Xelata Aştiyê ya Stuttgartê û ya Avusturyayê ya 2016'an a Bruno Kreîsky a Mafên Mirovan hatibû dîtin.