Hilbijatin bi îradeya gelan bi ser dikeve! 2017-12-20 14:28:07   Ronîda hacî      HESEKÊ - Hevseroka Komseriya bilind a hilbijartinên Herêma Cizîrê Rûken Mele Brahîm derbarê hilbijartinan de wiha got: "Bi vîn û îradeya gelan îro em ber bi qonaxa 3. ya hilbijartinên federasiyonê ve diçin."   Hevseroka Komseriya bilind a hilbijartinên Herêma Cizîrê Rûken Mele Brahîm derbarê herdû qonaxên hilbijartinan de axivî û wiha got: "Hilbijartinên qonaxa yekemîn ji komînan dest pê kir. Ji ber ku komîn bîngeha civaka azad e. Ev qonax bi rengekî serkeftî hat meşandin. Ew jî bi dengdayîn û hatina gel a li ser sendoqan bû."   'Hilbijartin bi rengekî demokratîk hat meşandin'   Rûken Brahîm diyar kir ku qonaxa duyemîn berhemên serkeftina hilbijartinên komînê ye û wiha got: "Piştî serkeftinên komînan em derbasî qonaxa duyemîn a hilbijartinên meclisê bûn. Di vê qonaxê de êdî gel bi rengekî azad û demokratîk berê xwe dida sendoqên dengdayînê.  Ji ber ku di hilbijartinên komînan de ji wan re hat diyarkirin ku hilbijartin bi rengekî demokratîk tê meşandin."   Hilbijartina me demokratîk bû!   Rûkenê wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ferqeke pir mezin di navbera hilbijartinên  me û yê rêjîmê de heye. Di hilbijartinên rêjîmê de ger em neçûna ser sindoqan jî dengê me didan û bê vîna me gelek tişt dihatin meşandin. Lê hilbijartinên ku me li dar xist di herdu qonaxan de jî bi îradeya gel hat meşandin, lewma gel bi rengekî azad û demokratîk berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe bi kar anî. Ji ber ku gel baweriyek bi dest xistibû bi dilekî aram dengên xwe bi kar anîn. Piştî van hilbijartinan xebat û hêviyên civakê geştir bûn."   'Hilbijartin ji bo gel  wekî cejnekê bû'   Rûkenê da zanîn ku li gor şopandina komiseriyê ji bo gel hilbijartin weke rojeke cejnê hat dîtin û wiha got: "Em weke komseriyê jî dema ku me hilbijartin dişopand, gel bi hemû netewê xwe bêrê xwe dida ser sindoqan û dengê xwe bikar  dianîn. Ev roj, weke cejnekê ji bo hemû netewan re dihat xuyakirin. Ev tiştekî pîroz bû. Her wiha li gor encamên hilbijartinan hate diyarkirin  ku hejmara jinên ku dengê xwe dabûn, bêhtir bûn."    'Lîsteya netewa-demokratîk ji % 69 bi ser ket'   Rukenê wiha berdewam kir:"Her çiqas ku hilbijartin  di rewşeke dijwar  de hat kirin jî, bi îradeya gel îro hilbijartin bi rengekî demokratîk û aram bi ser ket. Lîsteya Netewa Demokratîk ji sedî 69 bi serket."   Bi îradeya gel wê qonaxa sêyem were meşandin!   Rûkenê diyar kir ku bi serkeftina herdu qonaxan îro ew ber bi qonaxa herî hesas ve diçin û wiha dewam kir:"Niha em weke komseriyê amadekariya qonaxa 3. ya hilbijartinan dikin. Ev qonaxa îlankirina sîstema fedaral e. Êdi di vê qonaxê de Kongreya Gelan tê avakirin. Her wiha meclisên herêmî tên çêkirin. Ji ber jiyanek nû tê avakirin, ev hilbijartinan pêk tên. Êdî gel xwe bi xwe birêve dibe. Em weke komseriya hilbijartinê em ê hewl bidin ku kar û xebatê baştir bidin meşandin."   Rûkenê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez bi hêvî me ku hemû kes li ser esasê nasnameya hilbijatinan dengê xwe bide. Ji ber ku ev qonax ew ê rê li jiyaneke azad û wekhev veke. "