Rûha Reqa: Têkoşîna jinê bingeha civakek azad û aram e 2017-12-20 15:27:25   Felek Mûsa    DÊRAZORÊ - Şervana YPJ'ê Rûha Reqa derbarê têkoşîn û keda jinê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Ez  ji bo şikandina sînorên civakê yên ku tundiyê li ser jinê dike û tohildanê tevlî YPJ'ê bûm. Min azadiya xwe di nava YPJ'ê de dît û min hemû sînorên li pêşiya xwe şikand."   Şervana YPJ'ê Rûha Reqa derbarê têkoşîn û keda jinê de û tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ'ê de hestên xwe anî ziman û diyar kir ku divê jin ji bo mafên xwe yên rewa her têbikoşin.    Rûhayê derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ'ê de wiha axivî:"Di serdema rêjîma Baas'ê de li Sûriyeyê zext û zordariyek gelek mezin hebû. Jin ji gelek mafên xwe yên rewa bêpar diman. Bi êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ev rewş kambaxtir bû. Keda jinê her dem dihat binpêkirin. Ji bo azadiya jinê, ji bo keda jinê, ji bo tolhildanê û ji bo bidawîkirina kevneşopiyên civakê yên şaş, ez tevlî nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûn."   'Ji bo parastina mafên jinê ez ê her têbikoşim'   Rûha Reqa destpêkê de bal kişand li ser jiyana bindestî û kevneşopiyên civakê yên ku li ser jinan tên ferzkirin û wiha got: " Ji ber kevneşopiyên civakê yên ku zilmê li ser jinê ferz dikin min pir êş kişand. A niha ji bo tu jin êşa bi vî rengî nekişîne ez têdikoşim. Ji bo parastina mafên jinê ez ê her têbikoşim."   'Min hemû sînorên li pêşiya xwe şikand'   Rûhayê diyar kir ku wê ked û têkoşîna jinê ji xwe re kiriye armanc û wiha pê de çû:" Bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ez gihaştim vê astê. Ne ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ba, em jin nedigihaştin vê astê ku mafê xwe bidest bixin, em ê hîn jî di bin hişmendiya desthilatdar a mêr de bana. Gelek malbat keçên xwe bi temenê biçûk de didin zewicandin ev bandorek gelek xerab li ser jinê dike. Ez jî ji aliyê malbata xwe û di temenê biçûk de bi zorê hatim zewicandin.  Ez jî bi armanca ku xwe û jinên Reqayê ji vê hişmendiya civakê ya ku bi awayekî neyînî bandorê li ser jinê dike xilas bikim, ez tevlî refên YPJ'ê bûm. Min azadiya xwe di nava YPJ'ê de dît û min hemû sînorên li pêşiya xwe şikandin."   Rûhayê herî dawî ev gotin bi lêv kir: "Zewaca di temenê biçûk de ji aliyê bav û birayên jinê  bi zorê tê kirin, ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku her jinek wî sînorî bişkîne û xwe jê rizgar bike ji bo ku em jiyaneke azad bijîn."