'Li Serêkaniyê berxwedêrên azadiyê hatin bibîranîn' 2017-12-20 15:57:54   SERÊKANIYÊ - Li navenda çand û hûner a Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê 'Meclîsa Malbatên Şehîdan' Bêrîtan Dêrsim, Aya Heco û 14 berxwedêrên din bi bîr anî.   Li navenda çand û huner a Waşûkaniyê ya bajarê Serêkaniyê 'Meclîsa Malbatên Şehîdan' Bêrîtan Dêrsim, Aya Heco û 14 berxwedêrên din bi bîr anî. Bi tevlîbûna gelên bajêr ên Kurd û Ereb û malbatên berxwedêran û şervanên YPJ'ê bîranîn hat lidarxistin.  Eywan bi wêneyên 16 berxwedêran û bi yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Bîranîn bi deqayek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir.   Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Gemra Alî axivî û sersaxî ji hemû malbatên berxwedêrên azadiyê re xwest û wiha got:"Li ser navê saziya malbatên şehîdan em îro her 16 lehengên azadiyê em bi bîr tînin û em bejna xwe li hember şehedeta wan ditewînin û em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Her wiha em şîfayê ji hemû birîndaran re dixwazin û em azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."    Li ser navê  Rêxistina Kongra Star Selwa Ahmed axivî û wiha got: "Em her 16 pekrewanan bi bîr tînin û em dibêjin di bin siya  berxedana  şehîdan de me şoreşa xwe bi ser xist û wê xwîna şehîdên tu caran li erdê nemîne."    Ji bo bîranîna 16 berxwedêrên azadiyê hunermend Nûrî Alî  ji bajarê Dirbêsiyê tevlî vê bîraninê bû û stranên  şoreşgeriyê got.    Bîranîn bi dirûşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.