Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye 2017-12-20 16:30:43   AMED - Jinên KESK’ê, bal kişandin ser nîqaşên butçeya 2018’an a di Lijneya Giştî ya Meclîsê  ku cudakariyê kûrtir dike û wiha gotin: “Em ê butçeya zayendparest, sermayedar, şer û darbeyê ya AKP’ê teşhîr bikin.”     Meclîsa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, derbarê Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2018’an ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê tê nîqaşkirin de li 1’yekemîn Hêjmara Egitîm Sen’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê jinên KESK'î Sekretera Şaxa Egitim Senê Mîzgîn Yavuz daxuyanî da û bal kişand ser reveberiya cudakar a butçeyê.    Mizgîn, diyar kir ku li gorî Rapora Encama Civakî ya Kûrevî di sala 2017’an de Tirkiye di warê wekheviya zayendî de dinava 144 welatan de, di rêza 131’emîn de cih digire û wiha axivî: “Li gorî vê raporê Tirkiye  di aboriyê de di reza 128’an, di perwerdê de 101’an, di tenduristiyê de 59’an û di wekheviya zayendî ya siyasetê de jî di rêza 118’an de, cih digire.”    'Butçeya 2018'an dijminê jinê ye'   Mizgîn, da zanîn ku butçeya sala 2018’an a hikûmeta AKP’ê ne tenê dijminê ked, aştî û demokrasiyê ye, di heman demê de dijminê jinane û wiha got: “Di hemû astên butçeyê de dixwazin her tişt bikeve bin tekeal desthilatdariyê. Li şûna ku wekheviya zayendî pêş bixin, her ku diçe newekheviya heyî kûrtir dikin. Butçeya 2018’an hîn zêdetir pergala desthilatdariya mêr bi hêz dike.    'Şer êrîşên li ser jinan zêde dike'    Mizgîn, dest nîşan kir ku  qada şer û pevçûn êrîşên, tacîz û tecawizên li ser jinan zêdetir dike û wiha bi dawî kir: “Di bin navê ewlekarî û parastinê de lêçûnên şer zêdetir kirin. Emê butçeya şer, rant û diziyê ya di OHAL’ê de bê erêkirin tu carî qebûl nekin û em ê butçeya şer, sermaye, darbe û OHAL’ê  tim teşhîr bikin.”