Ji Platforma Jinan a Mêrsînê banga têkoşînê 2017-12-20 17:46:05   MÊRSÎN - Di ser tayînkirina qeyûmê tayînî şaredariya Akdenîzê hat kirin re salek derbas bû. Pllatforma Jinan a Mêrsînê bal kişand ser êrîşên li dijî destkefitiyên jiyan û li dijî pêkanînên qeyûm anga têkoşînê kir.   Platforma Jinan a Mêrsînê bi minasebata salvegera tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Aakdenîzê li Egitîm Sen'a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist.  Di civîna ku gelek jin tevli bûn de daxuyanî ji aliyê Ozge Goncu ve hat xwednin. Ozge diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya DBP'ê hat kirin û şûnve êrîşên li ser destkefitiyên jinan zêde bûne.    Ozge valakirina Navenda Piştevaniya bi Jinên re ya ÎŞTAR ku piştî qeyûm hat kirin bi bîr xist û wiha got: "Li navenda ku ji kesên dihatinê re wateya nasnameya jinê û berxwedana wê dihat vegotin, niha li ser jinê rola newekheviya zayenî ku tê ferzkirin û zîxniyeta ku tundiya li ser jinê naşopîne tê xwestin bê bicihkirin."    Ozge herî dawî bang li hemû jinan kir ku li dijî pêkanînên qeyûm têkoşînê bidin.