'Jin gav bi gav ber bi azadî û serxwebûnê ve diçe' 2017-12-21 09:02:50   Gulan Botan   KOBANÊ - Endama Rêvebir a Kongra Star Felek Yusuf derbarê xebat û pêşketina jinan ên Rojava-Bakurê Sûriyeyê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Bi têkoşîn û îradeya bêhempa jin gav bi gav ber bi azadî û serxwebûnê ve diçe."   Endama Rêvebir a Kongra Star Felek Yusuf derbarê xebat û pêşketina jinan ên Rojava-Bakurê Sûriyeyê  ên ku di nava salekê de pêk hatiye de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku pêşketina jinan bingeha civakek aram û azad e.    Felek Yusuf di warê pêşketinên jinan ên ku di nava salekê de qewimîne nirxand û diyar kir ku di nava van geşedanan de avakirina komînên xweser pêngavek girîng e û wiha got:" Komîn bingeha civakê ye loma divê li ser vê esasê rêxistin pêk were û rê li azadî û serxwebûnê vebe. Me wekî rêxistina jinê komînên xwe yên xweser li hemû belde, navçe û kontonên Herêma Firatê ava kir. Komîn bingeha civakê ye. Li ser vê esasê me di nava komînan de 5 qomîte ava kir. Qomîteya silhê, parastinê,aborî, tenduristî û perwerdeyê. Bi vê sayê jin hem dikarin xwe pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku komîn hucreya civakê ya herî biçûk e loma, girîng e. Çimkî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê divê mirov destpêkê esas bigire."   'Ji bo 25'ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin'   Her wiha Felekê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dîjî Tundiya Li Ser Jinê Ya Cîhanê de jî behsa çalakiyên ku li Rojava hat lidarxistin kir û wiha got:" Li Rojava-Bakurê Sûriyeyê derbarê 25'ê Mijdarê de çalakiyên ku rê li tundiya li ser jinê bigire hat lidarxistin. Di vê rojê de ya balkêş û girîng ew bû ku li Rojava cara yekem mêr jî ji bo 25'ê Mijdarê meşiyan û bertek nîşanî tundiya li ser jinê dan. Di warê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê semîner, perwerde hat dayin. Her wiha civîn, konferans hatin lidarxistin û ji bo pêşketina hişmendî û motîvasyona jinan şahî hatin lidarxistin."   'Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî bê navber hat lidarxistin'   Felekê derbarê çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatiye lidarxistin axivî û wiha got:"Ji bo azadiya Rêberê xwe em her di nav tevgerê de bûn. Ji bo tecrîda giran bi dawî bibe çalakiyên meşê, çalakiyên greva birçîbûnê, semîner, konferans, daxwiyanî  û hwd. hat lidarxistin."   'Ji bo wekheviya di nava civakê de zagonên jinê hatin avakirin'   Felekê diyar kir ku ji bo ku ew civakeke wekhev û azad ava bikin zagonên jinê hat avakirin û wiha berdewam kir:" Ev zagon li ser bingeha parastina civak û bi taybet jî jinê û mafê wê hat avakirin. Bi vê yekê jî saziyên jinê karê xwe dikin û li ser van xebatan radiwestin û bi rengekî aştiyane ev zagon tên pêkanîn."    'Hejmar û xebatên jinan ên di saziyan de zêde dibin'   Felekê pêşketinên xebatên jinan ên di warê sazî û aboriyê de jî wiha anî ziman:" Hejmara jinan û xebatên wan ên di saziyan de zêde dibin. Her wiha jin bi destên xwe aboriya xwe geş dikin. Di milê aboriyê de gavên girîng hat avêtin û konferansa aboriyê hat lidarxistin. Vekirina firneya jinan, avakirina komîteya aboriyê,  pêşxistina keda destan û gelek kargeh hat avakirin. Ji bo jin ji hişmendiya serdest xelas bibe yek jê xala girîng aborî ye. Loma li Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo pêşketina jinê ya di qada aboriyê de me gelek xebat kir."   Felek Yusif li ser pilanên ku wê di sala 2018`an de pêk bînin de jî axivî û wiha got:" Di sala nû de weke Kongra Star soza me ew e ku em roja  8`ê Adarê bi jinên Reqayê û Tebqayê re pîroz bikin. Soza me ew e ku di sala nû de em tevahî jinên Rojava- Bakurê Suriyeyê binîn ba hev. Her wiha ji bo xurtkirina komîn û meclîsên xweser em ê wekî Kongra Star civînan li dar bixin. Felekê domand û xalên ku wê li ser werin rawestandin wiha diyar kir: Ji bo pêşketina jinan di warê perwerdehî de wê dewreyên zimanê Kurdî werin vekirin. Ji bo zagonên jinê wê gelek xebat werin kirin. Ji bo Rewşa Rêber Apo ew ê her di nava liv û tevgerê de bin."   Felekê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê hewl bidin ku em bigêjin hemû jinan û wan ji nava qalibên koledariyê derxinîn. Hêviya me ew e ku sala nû bibe nîşaneya azadî û serxwebûna hemû gelan."