Pîrebokên kampusê banga parastina cewherî dikin 2017-12-25 09:10:34   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Pîrebokên Kampusê ku  li dijî şîdeta fîzîkî û zayendî ya li hemberî jinê xwe bi rêxistin dikin, di atolyeyên vekirine de banga parastina cewherî li jinan dikin.   Pîrebokên Kampusê ku li dijî şîdeta fîzîkî û zayendî ya li ser jinan xwe bi rêxistin dikin li bajarên dimînin ji bo parastina cewherî pêş bixînin atolyeyan vedikin û herî dawî jî li zanîngeha Çukurova ya Edeneyê tevî hemû astengiyan atolyeya parastina cewherî vekirin. Endama Pîrebokên Kampusê Buket Karaçayli diyar kir ku divê jin di her qada jiyanê de li dijî şîdeta mêr xurt bin û ev tişt vegot: “Pergala serdest a mêr her roj xwe ji nû ve hildiberîne. Li dijî vê jî em jin divê alavên nû yên berxwedan û rêxistinbûna nû ava bikin. Parastina Cewherî ne tenê li dijî şîdeta mêr xwe parastin e, avakirina giştî jiyana xwe ne. Em jin roj bi roj polîtîkayên şîdeta li ser jinan ên zêde dibin dibînin. Hema hema her roj 5 jin tên kuştin. Me jî li dijî van polîtîkayan atolyeyên ku dersê parastina cewherî didin vekirin.”   ‘Tevî hemû astengiyan’   Buketê daxuyakirin ku ew dersên parastina cewherî bê pere didin jinan û got: “ Dema me ev biryar girt em rastî gelek astengiyên zanîngehê hatin. Nehiştin em danezanê belav bikin. Em hatin cem hev û me dîsa ders da. Niha 15 jin di atolyeyê de dersa parastina cewherî digirin.”   Buketê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku atolye hefteyê carkê dersê dide û ji ber dersên wan zêde ne tenê rojekê ew dikarin dersê bidin û bang li hemû jinan kir ku divê tevlî dersên parastina cewherî bibin.